JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Cezayê ku li Ayşe Gökkanê Hatiye Birîn Êrîşeke li Ser Têkoşîna Azadiya Jinan e Di danişîna ku îro li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi giştî 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li aktîvîsta me Ayşe Gökkanê hat birîn û her wiha biryara berdewamiya girtina wê hat dayîn.

Ev biryar, ne tenê cezayek e ku di şexsê Ayşe Gökkanê de hatî dayîn. Ev biryar; êrîşeke siyasî ya li dijî jinên ku bi salan e ji bo azadiya jinan, wekhevî, demokrasî, aştî û jiyana hevpar a gelan têdikoşin, li dijî rêxistinên jinan û destkeftiyên têkoşîna azadiya jinê hatî kirin. Ayşe Gökkanê di tevahiya jiyana xwe de li dijî pergala serdest a mêr, tundî, cihêkarî û polîtîkayên înkarê yên ku jin pê re rû bi rû dimînin têkoşiyaye; bûye deng, gotin û vîna jinan. Tiştê ku îro tê xwestin bê cezakirin, tam ev têkoşîn bixwe ye. Wekî ku wê di parastina xwe ya li salona dadgehê de jî anî ziman; parastina azadiya ji bo jinan, parastina mafê jiyana wekhev û azad a gelan ne sûc e. Darizandinên ku bi salan e didomin, biryarên ku tên xerakirin û dozên ku tên dubarekirin, nîşaneya pêvajoyeke wiha ye ku ji hiqûqê zêdetir bi hincetên siyasî tên meşandin.

Ev biryara cezayê giran ku di dosyayeke wiha de hatiye dayîn, heta meqamê îddîayê (dozger) jî daxwaza tehliyeya wê kiribû, biryarek e ku hesta edaletê birîndar dike û bi pênaseyên gerdûnî yên hiqûqê re li hev nake. Gotina Ayşe Gökkanê ya di danişînê de gotî “Bi TJA’yê re serbilind im”, îro vîn û biryardariya hevpar a bi hezaran jinan e. Em jî bi heman biryardariyê tînin ziman: Têkoşîna azadiya jinê bi biryarên dadgehan nayê sekinandin. Daxwaza jinan a wekhevî, azadî û edaletê di girtîgehan de bi cih nabe.

Em vê cezayê ku li Ayşe Gökkanê hatiye birîn qebûl nakirin. Biryara berdewamiya girtina wê jî ne hiqûqî, wekî biryarekî siyasî dinirxînin. Em ê li dijî polîtîkayên zext û tepisandinê yên li ser jinan, têkoşîna xwe mezin bikin û berdavam bikin. Em careke din destnîşan dikin ku; Ayşe Gökkan ne bi tenê ye. Em ê di her qada têkoşîna azadiya jinê de, bi dengê xwe yê bilind li cem wê bin û daxwaza xwe ya azadî û edaletê mezin bikin.

Têkoşîna Azadiya jinan nayê darizandin!

You may also like...