Nivîsa me ya li ser felsefeya Jin Jîyan Azadî!
Jin Jîyan Azadî
Tu dengên ku ji demên dêrîn ve bilind dibin dibihîzî; Jin bi inyad, bi berxwedaneke ku têk naçe diqîrin û dibêjin ‘Em li vir in’ û herî zêde jî em li cihê ku me lê winda kiriye, ne. Em bi cîhana wateya hebûnê, di axê de ne, di ziman de ne, li her derê û di her tiştî de, di nava jiyanê de ne. ‘Jiyan’a ku ji kûrahiya dîrokê wek bingeha xwe digire, bi pêvajoya ku bi diyalektîka hebûnê re bi pêş dikeve, di nava têkiliyeke xurt de ye. Xweza mamosteya mirov a pêşîn e. Hest û pêhesînên jinan û avaniya jiyanê ya ku li gel wan li dora jiyanê birêxistin dibe, dîroka ku hîna li benda keşfikirinê ye, civak û têgihîştina jinan wek qada jiyanê ya bingehîn derdixe hemberî me. Nêzikatiyên ku xwezayê wek hebûna giyandar û enerjiya jiyanê dibînin, ne nêzikatiyên ji rêzê û rasthatinî ne. Ev li dora jina zana birêxistin û teşedayîna jiyanê û bi awayekî giştî girtina dest a nirxên civakê yên jiyanê ne. Têkiliya mirov û xwezayê ya domdar a ku hevgirtinekê nîşan dide ye. Jîrîtiya gerdûnê ya jiyanî bi awayekî mîkro di sehekên mirovan de cih digire û jin wek valahiyeke/vakûmeke ku di nirxên wek zanîn, zanist, pêhesîn, felsefeyê û pergala baweriyê de reçeteya jiyanê ya gerdûnê pêşkêşî civakê dike. Ji ber ku ne pêkan e bi nêrîna îro serdemên mirovahiyê yên berê bên têgihîştin, ji bo ku têgihîştin pêk bê, divê lêgerîneke heqîqetê hebe. Ev xebat, ji bo diyarkirina rêgehê, ji paradîgmayên ku bi hûrbînî nêz dibe, lêdikole û vedikole bigire heta têgih û teoriyan, ji sembolan bigire heta rîtuelan dê vegotina dîrokê ya vekolînên arkeolojîk ên duserî yên ku derketine holê û dê derkevin holê zelal bike. Ligel vê yekê, her xebata ku dê jin tê de cih bigire, divê têkiliya wê ya bi heqîqeta pêvajoyên zanyariyê û xwedawendbûnê û civaka xwezayî re bê dîtin.
Hebûna dîrokî û civakî; li herêmên gundewar û çolter ên ku li ser şopa rabirdûyê gihîştine roja me, di dilê gelên ku biçûk hatine xistin de bi enerjiya jiyanê ya genetîk veşarî ne. Zordestiya desthilatdariya baviksalar a serdest bi civaka pergala kapîtalîst a ku mirovan dike biyaniyê mirovan, bêbingeh, bêkesayet, bênasname û wek kerî bi rê ve dibe, li gor pêdiviyên xwe yên demkî civak kiriye bi qurbana şerên xwîndar. Qeyran, kaos û şerên ku îro li Rojhilata Navîn û li her dera cîhanê pêk tên herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Îro hêzên serdest civakê bi amûr û teknîkên dîjîtal ên serdemê qels dike û bi tiştê ku tê kirin têkçûna ehlaqê pêk tîne. Xerakirina nirxên civakî encama polîtîkayên ji hev qut nîn e, ew şerên dîrokî bi pergal û stratejîk ên li dijî civakê ne. Bingeha şerê ku li gor wan aştî ye, bi ferîşteyên qenciyê demokrasî û gotinên vala yên wek wekheviyê rewa dikin. ‘Jin Jiyan Azadî’ di vê xalê de nirxa hevpar a jiyanê ya komunal e û li tevahiya jiyanê vediguhere dengekî gerdûnî yê ku bilind dibe. ‘Jin Jiyan Azadî’ ne bi tenê diruşmek e, bi awayê xwe yê herî zelal û xwerû vegotina nirxên cewherî yên jiyanê ye. Raperînek e, serhildanek e, nirxên jiyanekê yên hevpar ên komunal in. Watedarbûna azadiya civakê ye. Ji 7’an heta 70’yî ji bo her kesî ye. Hêz û bîra cewherî ya jineke berxwedêr e. Li dijî hemû kuştin û îşkenceyan xwebûn e. Rehên berxwedêr ên jinê şîfreyên jiyanê yên ku bi nirxên zanyariyê yên jiyanê hatine honandin û ber bi roja me ve herikîne, ne.
Bi pêvajoya dîroka nivîskî re, di pêvajoyên ku me behsa wan kirin de, desthilatdariyên ku li pey hev hatine cî bi hev guherandine. Jin bedena wê jî tê de, bi raman û hestên wê heta şaneyên wê yên herî biçûk jî tune hatiye hesibandin. Desthilatdariya di vê serpêhatiya dîroka nivîskî ya ku li ser lingekî bi pêş ketiye de, terora hovîtiyê, qirkirina jinê, polîtîkayên tunehesibandina jinê yên ku nayên vegotin li ser hemû giyandarên xwezayê meşandine. Di xwezayê de heyînên dengxweş û sembola azadiyê bi piranî mê ne. Ev yek jî nîşanî me dide ku di xwezayê de, di çarçoveya hevgirtinê de ahengeke jiyanê û lihevkirinek heye. Di vê çarçoveyê de gelek taybetiyên wek xayîn, bêyom, nankor, fêlbaz ên ku li ajalan hatine barkirin bîrdoziya desthilatdariya mêr û nêzikatiya wê ya li hemberî xwezayê dide der. Bîrdoziya parçe bike û bi rê ve bibe di qadên jyana jinê yên ku hatine tengkirin de, di şexsê jina ku hatiye hepskirin de wek talankirina xwezaya civakî û guncawkirina ji bo kedxwariyê xwe dide der. Şerên ku jin duçarî wan bûne, terora ku li malê tê pêkanîn û terora ku li derve tê meşandin, bingeha wan a polîtîk bi awayekî hevterîp hatiye bipêşxistin. Azadî li gor kesan, demê û cih naguhere, teşe naguherîne lê hêzên serdest bi qasî ku azadiyê bexş bikin hewl didin ku ew qas bi tenê azadiyê bidin jinê û xwezayê. Ev jî viya nîşan dide; heqîqet bi jin û xwezayê ji nû ve dertê holê û wek kartêkera xweza û jiyanê jin dibin xwediyê hêza cewherî. Civak dema ku nirxên wateya jiyanê pêk tîne, divê di pêvajoya guherîn û veguherînê de li gel jinê bimeşe. Ev yek jî dê bike ku vegera li xwezayê pêk bê, nirxên komunal bi awayekî demokratîk, adil û wekhev bi pêş bikevin. Dema ku hebûna gerdûnî di asta afirandina nirxên cewherî yên ehlaqî yên xwezayê de bi pêş bikeve, dê di nava xwe de jî pergala xwezayî pêk bîne.
Li dijî daholên şer, êrîşên şerê cîhanê yê sêyemîn ên ku hêzên desthilatdar pêk tînin, jin bi dîroka xwe ya ku tê zanîn, li Mezopotamyayê, li dijî şer bi hunera şer a ehlaqî û rêxistinbûna xwe li ber xwe didin. Pêvajoya ku bi xweparastina jinê û rêxistinbûnên jinan ên xweser tê bipêşxistin, ji her demê zêdetir xurt dibe, îro her kes bi yek dengekî, bi Jin Jiyan Azadiyê birêxistin dibe, dikeve nava tevgerê û têkoşîna jiyaneke azad û wekhev dimeşîne. Ji bo vê yekê jî têgihîştina rola jinan a di hemû qadên jiyanê de pir girîng e. Bi hişmendiya ku divê di her serdem û gavê de em xwe bin, em xwe birêxistin bikin, bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe bidin dê ji bo birêxistinkirina şoreşa jinê pîvana bingehîn e.
Jin Jiyan Azadî di heman demê de hevgirtin e, yekbûn e, bêyî ku ji bo reşkirina jinê destûr bê dayîn, wateya têkoşînê ye. Bi felsefeya wê ya jiyanê ya herî berfireh, di her serdema ku em tune bên hesibandin de, peywira me têgihîştina ku li pişt pêvajoyên herî dijwar ên ku nayên dîtin, hepskirin, kolekirin, wek pêlîstok reqisandin û ji pirtûk û fîlman re dibe mijar, vediguhere her cureyê amûrên kedxwariyê û rastiya jinbûnê, desthilatdariya mêr û sepanên wê yên faşîzan ji çavkaniyeke hişmendiyê xwedî dibin û di bîrdoziya desthilatdariya serdest heye, ye. Ev yek bingeha têkoşîna şoreşa jinê ye.
Belkî jî bi Jin Jiyan Azadiyê dîrok tê parizandin. Zû yan jî dereng, dê edalet pêk bê. Tiştê girîng ew e ku jin û civak ji bo avakirina civakeke bi heqîqet bi pêvajoyên xwerêxistinkirinê, torên çalakî û rêxistinbûnê bi hêzên civakî xistina nava liv û tevgerê ye. Jiyana civakî û rewşa jinê ev nîşanî me daye. Ku xwerêxistinkirin û xweparastin bi zanebûn neyê bipêşxistin, kîjan welat ziman û çand dibe bila bibe, dê jin û civak li hemberî hemû êrîşên ku ji derve de bên bê parastin bimînin. Li Kurdistana ku li dijî polîtîka û komkujiyên dîrokî li ber xwe daye, rewşa jinê mînakeke vê yekê ya trajîk e. Di şexsê welatê ku hatiye dabeşkirin û parçekirin de, jin jî hatiye dabeşkirin û parçekirin. Dibêjin ku dergûşana tariya zilûmat destpêka tîrêjên ronahiyê yên ku didin her derê ye. Îro li Mezopotamyayê jin bi ava cewherî ya rehên xwe yên watedar xwedî dibin û bi senteza nirxên xwezayê yên madî û manewî yên ku jê re hevjiyan tê gotin, jiyanê bi pêş dixin. Ev yek jî nîşan dide ku jiyaneke bi ked, nirx, edalet, wekhevî, azadî û demokrasiyê ya li gel hev û ligel cudahiyan li ser axa ku em lê dijîn pêkan e. Ger ku gelek statuyeke azad û demokratîk bi dest bixe, ew di heman demê de di şexsê jinê de xwegihandina nirxên civakî ye jî. A bi heqîqet ew e ku mirov civakê bi nirxên jiyanê bîne gel hev û azad bike. Her erdnîgariyek xwediyê awayekî jiyanê yê cuda ye. Ji ber vê yekê jî, ne pêkan e ku mirov heman kirasê yekreng li hemûyan bike. Yan na, ev yek dê çêkirina hişmendiyeke nû û bêparhiştina ji nirxên cewherî yên civakê be. Ev yek jî bi demdirêjî nikare bê domandin. Dê xwediyên xwe yên zordar vegere û li wan bide. Jin Jiyan Azadî li dijî zagonên şerîetê yên molayên olî yên paşverû derdikeve, bi azadiyên sexte yên ku di binê navê pêşketinê de tên pêşkêşkirin naxape. Li dijî dewletên cîhanê yên serdest ên ku nahêlin jin bi nasnameya xwe di saziyên rêveberiyê de cih bigirin, jinê li derve dihêlin, polîtîkayên wan ên zayendparêz, mînakên ku di civakên bê nefes tên hiştin de li jinên ku ji qada aborî û siyasî dûr hatine hiştin tên ferzkirin û li dijî nêzikatiyên wan ên zayendparêziya civakî bi awayekî ku jinan di asteke gerdûnî de li gel hev bigire, tevgeriyaye. Bîrdoziya mêrîtiyê ya serdest di hemû qadan de kedxwariya xwe didomîne. Jinên ku li dijî hemû vegotinên şer mirinê didin ber çavên xwe û vejînê pêk tînin li her derê ji vê pergalê re meydanê dixwazin. Îro jin bi Jin Jiyan Azadiyê rêxistinbûna xwe berfirehtir dikin, bi enerjiya xwe ya jiyanê, bi stran û govendan xwezayê bi hemû pêkhateyên wê diparêzin û bi hezkirina xwe dîsa jin rêya mirovahiyê ronî dikin. Ez ê nivîsa xwe bi nirxdayîna gotina ku heqîqetê vedibêje, bi gotina Abdullah Ocalan a “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bikim. “Jin Jiyan Azadî” teşeyê bingehîn ê jiyana xwezayî ye û pêvajoyeke ku me dike me ye, lêgerîna jiyaneke civakî ya bi heqîqet e. Ev lêgerîn îro li her dera cîhanê bi daxwaza azadiyê mezin dibe, jiyanê birêxistin dike û didome.
Jin Jîyan Azadî- Firansizca Jin-Jiyan-Azadî Kürtçe Jin-Jiyan-Azadî TürkçeJin Jîyan Azadî- Înglîzce
Tevgera Jinên Azad (TJA)