Li Dijî Tundiya Dewleta Mêrane Jin Jîyan Azad

 

Ev sedsala ku em bawer in wê bibe sedsala şoreşa jinê, em têkoşîna xwe mezin dikin, bi hêza
ku em ji xwişkên Mîrabel digrin, em 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya (şideta) li Ser
Jinê ya Navneteweyî, pêşwazî dikin.

Şert û mercên şer ên ku em jê re dibêjin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û li gelek deverên cîhanê, bi
taybetî li Rojhilata Navîn pêş dikeve, bê guman bandorê li hemû nirxên civakî bi taybetî jin û
zarokan dike. Şerên ku di bin navê dîzaynkirina Rojhilata Navîn de diqewimin, bi zîhniyeta
desthilatdariya mêr a netew dewletan pêk tê. Polîtîkayên şer ên ku jinan, civakê û xwezayê
qir dike di asta hovîtiyê de pêk tên. Tê dîtin ku şer herî zêde dibe sedema xizanî(feqîrî)
koçberî û qetilkirina jinan. Zihniyetên ku ji bo parastina desthilatdariya xwe serî li her cure
argumanên îdeolojîk didin, bi awayeke bêsînor xwe birêxistin dikin. Faşîzm li her aliye cîhanê
li ser bingeha dijberiya jinê tê pêşxistin.

Deklerasyona 25ê Mijdarê Kurdî

You may also like...