Jinên Êzîdî ne tenê jiyana xwe, hebûna gelan û vîna civakî jî parastin.!
by Tevgera jinen Azad ·
Di 11de Salîya Qirkirina Şengalê De Berxwedana Xwe Ya Li Hember Tûnekirina Jînê Mezin dikin Di 3ê Tebaxa 2014an de, ji alî çeteyên DAÎŞ ê li Şengalê li hember Gelê Êzîdî ê Kurd pêşî li qirkirinek giştî û tûnekirina jinê hat vekirin.
Di van êrîşên ku bi tevî bêdengîya hemû cîhanê pêk hatîn bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Ji 6 hezaran zêdetîr jin û zarok hatin revandin. Jin li bazarên koleyan hatin firotin, bi darê zorê neçar kirin kû olê biguherînîn, bi îşkenceyên bi rêkûpêk û bi tûndîya zayendî re rû bi rû hatin hîştin. Bi tevî ku 11 sal derbas bû ye jî hê aqubeta bi hezaran jin û zarokan nayê zanîn.
Erîşa li hember Şengalê tenê ji bo bawerîya Gelê Êzîdî û nasnameya wan nîne, beşek ji plana Rojhilata Navîn ya li hember xeta azadîya jinan a pêşdikeve û pêşeroja azadî û wekhevîya gelan bû. Ev qirkirin û tûnekirina ku li ser laşê jinê dihat birêvebirin, bi armanca bîra civakî û tekoşîna azadîyê were fetisandin dihat pêkanîn.
Lê jinên Êzîdî çong nedan erdê. Jînên li jiyanê man, li hember êrîşên giran ku jiyabûn bê deng neman; serîhîldana xwe veguherandin berxwedana rêxistinî. Bi avakirina hêzên parastina rewa parastina Şengalê bi rêberîya jinê avakirin. Şopa wendahiya ajotin, dev jî tekoşîna edaletê bernedan û Şengalê bi perspektifa azadîya jinê ji nû ve avakirin. Bi alikariya navnetewî ya ku bi tevgera jinê kurd re hatibû danîn re bi hezaran jin ji esaretê hatin xelas kirin. Îro ji hê ev tekoşîn bi biryar tê domandin.
Jinên Êzîdî ne tenê jiyana xwe, hebûna gelan û vîna civakî jî parastin. Berxwedana ku li Şengalê hat dayîn tekoşîna ji bo parastîna rumeta mîrovahîyê bû. Bi tevî ku 11 sal bi ser va derbas bûye jî, sazî û dewletên navneteweyî, tewanbara dadbar nekirinin, gorên komî venekirinin û wendahiya dernexistinin holê. Êrîşên li hember Şengalê hê jî berdewamdikin; Statuya Gelê Êzîdî nayê naskirin û pêvajoya ji nû ve avakirinê tê astengkirin.
Berxwedana li hember qirkirina jinê, ne tenê berpirsîyariya gelekî ye, berpirsîyariya hemû mîrovahiyê ye ku bi hev re têbikoşin. Wek TJA em carek din banga xwe nû dikin:
• Roja 3ê Tebaxê, Roja Çalakiyê a Navneteweyî ya Li Hember Tunekirin û Qirkirina Jinê were qebul kirin.
• Qirkirina Şengalê, wek Qirkirina Êzîdîya û tûnekirina jinê were pênasekirin, berpirsîyar li hember mekanîzmayên navneteweyî werin darizandin.
• Ji bo jin û zarokên Êzîdî ên wendayî divê demîldest mekanîzmayên serbixwe ê lekolînê yên navneteweyî ê ji bo rizgarkirinê werîn avakirin.
Berxwedana li hember tunekirina jinê a bi destê DAÎŞ ê ya li Şengalê tê kirin de, bi yekbûna tekoşîna azadiya jina Kurd re, îro ew veguherîye liberrabûnek heremî û navneteweyî. Jinên Êzîdî bi civîna li ser vê xetê xweparastinên xwe yên rêxistinî avakirin e, vîna xwe ya hesab pirsînê mezinkirin e. Ev tekoşîn ne tenê hesab pirsîna paşerojê ye, ew îdîa ya pêşerojê a li ser bingeha azadiyê ye. Ji bo berfirehkirina tekoşîna rêxistinî a li hember tunekirina jinê em ê hesap pirsina ji sucdar û hevkarên wan bidomînin.
Tevgera Jinên Azad (TJA)
