Ji Dayikên Aştiyê
Em wek Dayikên Aştiyê, bi boneya Roja Dayikan di serdanên xwe de spasiya CHP, Partiya DEVA, Partiya Gelecek, MHP, AK Parti û Partiya Saadetê dikin ku guh dane daxwaza aştiyê ya jin û dayikan, bi dilgermî em pêşwazî kirin û deriyê diyalogê vekirî hiştin. Em bawer dikin ku hevdîtinên me ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk girîng û bi hêvî derbas bûne. Daxwazên me yên bingehîn ên ku me di dema hevdîtinan de anîne ziman ev in: Avêtina gavên siyasî û hiqûqî. Destpêkirina “mafê hêviyê” (derfeta berdana bi şert) ji bo Abdullah Öcalan ku di girtîgehê de girtî ye; me ev wekî mecbûriyeke hiqûqî û perçeyek ji pêvajoya aştiyê daxwaz kir.
Avakirina pêşerojeke demokratîk ku êdî tu dayik negrîn, tu ciwan nekevin binê axê û gel di jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet de bigihêjin hev. Em wek dayik difikirin ku aştiyeke birûmet û mayînde ne tenê ji bo herêmekê, ji bo 86 milyon mirovên ku li Tirkiyeyê dijîn nebenabî ye. Wek dayikên ku bi salan e êşên polîtîkayên şer kişandine, bi êşa keç û kurên xwe hatine cezakirin lê dest ji jiyan û aştiyê bernedane; em dixwazin rêyên diyalogê bên vekirin, zemîna çareseriya demokratîk xurttir bibe û astengiyên li pêşiya rêyên hevdîtinê bên rakirin. Di dema ber bi Roja Dayikan de, hestiyarî û îradeya çareseriyê ya ku me ji beşên cuda yên civakê dît, di dilê me dayikan de bûye hêvî. Em jin û dayik dizanin ku şer herî zêde birînê di jiyana jinan de vedike.Ji ber vê yekê parastina aştiyê, di heman demê de parastina jiyan, wekhevî û pêşeroja azad e. Em bawer dikin ku têkoşîna ku bi keda jinan û bi biryardariya dayikan a ji bo aştiyê mezin dibe, dê ji bo jiyana hevpar a gelan zemîneke bi hêz ava bike. Di vê çarçoveyê de me di hevdîtinan de diyar kir ku daxwazên me yên hevdîtina bi birêz serokkimar, birêz Devlet Bexçelî û Birêz Abdullah Ocalan re hîn jî derbasdar e.
Em dayik, ji bo pêşketina aştî û çareseriyê, daxwaza vekirina rêyên hevdîtinê û xurtkirina zemînên diyalogê dikin. Di vê pêvajoyê de em spasiya DEM Partiyê û her kesê ku keda wan heye dikin ku em bi tenê nehiştin, piştgiriya me mezin kirin û di pêkhatina hevdîtinan de roleke hêsankar lîstin. Em wek Dayikên Aştiyê; dê li dijî şer jiyanê, li dijî înkarê rastiyê û li dijî tunnehesibandinê biratiya gelan biparêzin. Em baweriya xwe ya ku civaka demokratîk û aştiya birûmet dê bi pêşengiya jinan mezintir bibe, diparêzin.
Jin, jiyan, azadî
