JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE -EM XWE DIPARÊZIN
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
EM XWE DIPARÊZIN
Ber bi 25’ê Mijdarê ve, TJA di sedsala 21’emîn a jinan de ne ku li dijî dîroka ‘merê leheng’ ê fêlbaz, sextekar û qirker ji bo azadiya xwe têdikoşe. Îro roj dîroka têkoşîna me ji jina zayend, çîn û neteweya bindes a yekemîn ber xeta dîroka Benevşî ya hevjiyana azad e.
Zîhiniyeta serwer a mêr herçî xwe di bin navê dewletê de saz kiriye, dijminatiyê li jinan dike û li hemberî vê jî têkoşîna azadiyê ya jinan bênavber didome. Berxwedana jinan derxistin holê ku dewleta mêran nîjadperest, zayendperest, mîlîtarîst e her wiha dîn îstismar dike; dîsa da nîşandan ku netewe-dewlet ji bo mêrên bûne rêxistinên sûc ên organîzeyî (dizî, tiryak, qumar, tacîz, tecawiz, şebekeyên meran ên koletiya cinsî li jinan ferz dikin…) her roj ef derdixin û bûne şebekeyên jinan dikujin. Bîrdoziya azadiyê ya jinê bi gelek bedel, ked û tecrbeyên me li dijî bîrdoziya mêrê serwer disekine.
Tê zanîn desthilata AKP-MHP’ ê ya faşîst a xwe bi şerxwaziyê li piyan dihêle, ji bo ser siyaset, tenduristî, perwerde, politikaya naxweyî û derve û aboriya xwe ya têkçûyî binixumîne, di serî de jin mafên civakê hemû xesp dike. Ew bi siyaseta Joh, Poh û Bekçiyan hewl dide pergala xwe ya riziyayî bidomîne. Ev pergala yekperast a heta niha di monarşiyan de bixwe jî nehatiye dîtin, bi dijminahiya li jinan hewl dide hebûna xwe bidomîne. Em bala xwe bidin dîroka 25’ê Mijdarê, dema em nasnameya polîtîk a xwişkên Mirabel ên li dijî dîktatoriya faşîst a komara Domînîkê têkoşiyan bêyî behsa hebûna mêrê faşîst bikin û vê rojê bi ‘roja têkoşînê ya li dijî tundiya li jinan’ bi nav bikin, ev ji bo me mijara rexnedayînê ye. Dîsa jî bi saya jinan faşîzm di dîrokê de bi şermê cihê xwe girt.
TJA ji dubarekirina dîrokê bawer nake. Em ji tecrûbeyên xwe dizanin ku êrîşên mêr-dewletê yên li dijî mafên jinan ên siyasî, çandî, aborî, hilbajarî û berbijêrî, rêveberiya xweser, hiqûq, perwerde, tenduristî, medayayê… bi kurtasî li dijî hemû mafên jiyanê pûç in.
Em dizanin çima Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li erdnîgariya Kurdistanê dan destpêkirin. Sedema êrîşa DAIŞ’ê ya ewil a li kurdên êzidî yên bêdewlet, Şengal, li jinên kurdistanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mêr-dewleta hov e. Cîhan dizane ku DAIŞ li dijî destkeftiyên jinan e û ji aliye hêzên emperyal ve hat derxistin û hezên serwer ew xwedî kirin. 60 dewletên mêran û hêza NATO’yê ya berhema 5 hezar sal e, bi teknolojiya xwe ya şer a mezin hem ji hewayê ve hem jî li ser erdê li hemberî DAIŞ’ê neçar man. Berxwedana parastina cewherî ya bi pêşengiya jinên kurd a li hemberî DAIŞ’ê îlham da jinên cîhanê.
Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de li dijî DAIŞ’ê, hevkarên wê û yên bi heman zîhinyetê yanî li dijî eniya hov, barbar û mêran bi pêşengiya jinên kurd, cara pêşî di şerê cîhanê de jin nebûn koçber bûn berxwedêr, nebûn ganîmetên şer wan lê li hember ganînmetê sekinîn. Jinan heta ku parastina xwe ya cewherî ya mirovî, wijdanî, ehlaqî û hiqûqî li dijî DAIŞ’ê kirin legal bûn lê piştî serkeftinê îllegal hatin binavkirin. Ev polîtîkaya mêr-dewletê ya fêlbaz û bêbext e. Bi êrîşên hewayî û ser erdê yên li dijî rêxistina jinên kurd û yekitiya neteweyî ya kurdî, hewl didin fikra parastina cewherî ye ku ji bo dînamîkên azadîxwaz dibe mînak asteng bikin. Tevahiya cîhanê dizane ku em jin êdî nê bêrêxistin û berxwedan in. Em dibêjin ku jinên pêşengên neteweya demokratîk nikarin bên sekinandin.
Ji ber vê yekê ye ku êrîşên rejîma yekmêrî ya AKP-MHP’ê ya li dijî jinên Kurdistan û Tirkiyeyê tevî tundiya meran bi tundiya mêr-dewleta bi unîforma, mirinên jinan ên biguman sîstematîk bûn. Ji bo vê pergalê tu cudahî di navbera jinên li dijî vê têdikoşin û jinên Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune ye û îlegalîze dike. Li ku dera cîhanê destkeftiyeke jinan hebe, li dijî desthilata xwe wek metirsî dibîne û dîplomasiya mêrê serwer dike. Ji ber yekê, li Rojhilata Navîn, Afrîka, Asya, Ewropa, Amerîkaya Latîn, Kurdistan û cîhanê li dijî têkoşîna jinan a hevpar li pey tifaqa mêr-dewleta serwer e û zîhniyetên faşîst jî hişyar dikin.
Dewlet bi qeyûman çav berdaye destkeftiyên jinan da ku sed salên din bi paş bixe û hewl dide mafê jinan ên gotin, vîn, biryar, hilbijêrî, berbijêrî û xwebirêbirinê ji destê wan bistîne. Têkoşîna li dijî tundiya li jinan û azadiya xweîfadekirin û rêxistinbûnê krîmînalîze û îllegalîze dike. Her carê rêxistinbûna serbixwe ya jinan tune dihesibîne û wek sûc dibîne. Tayînkirina qeyûman a li ser saziyên jinan dagirkeriya li ser dagirkeriyê ye. Ji bo pergalê sazûmaniya jinan wek bombeyê metirsî ye.
Dewletên bûne wekî gund, li hemberî vê dernayên. Bi vî awayî ew li dijî proktokolên navneteweyî yên wan îmze kirine îxanetê dikin. Sedema vê jî dijminahiya mêr-dewletê ya li jinan e; polîtîkaya fêlbaz, xayin a mêr-dewletê ye. Dewletên li hemberî sûcên rejîma AKP-MHP’ê, bi taybetî tecrîd, yên civak bênefes hiştine, hevkariya wan sûc bi aşkerayî nîşan dide. Tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di rastiyê de li ser têkoşîna jinan e. Îro roj birêz Ocalan ji ber fikrên xwe yên azadiya jinan tê sûcdarkirin û darizandin. 21 sal in her roj bi tecrîda li ser tecrîdê li mirovahî tê tecrîdkirin. Polîtîkaya rehînetiyê, çavtirsandin û çewisandina li ser jinên têdikoşin ji kampên dîlgirtiyan ên Adolf Hîtler bihuriye. Divê bê zanîn ku ji dêvla kesên bêşerm em ê ji bîr nekin û ji dêvla kesên divê bitirs em ê netirsin. Têkoşîna jinan wê li her derê bêje girtiyên siyasî rûmeta me ne. Em dibêjin bes e ji tecrîdê re, azadî niha!
Ji 25’ê Mijdarê 1960’an heta îro em ketin 80’emîn salvegera qetilkirina Xwişkên Mîrabel Patria-Minerve-Mariayê. Ji jinên kurdan de çend Xwişkên Mîrabel hatin qetilkirin. Li Parîsê Sakîne-Rojbîn-Leyla; li Silopiyayê Sêvê-Pakîze-Fatma; li Kobanê Mizgîn-Emîne-Zehra; li Mexmûrê Eyşe-Ezîme-Hawa û li Rojhilatê jî zîhniyeta ku tecawizê azadiya jinan dike û darve dike, bêjimar jinên berxwedêrên azadiyê qetil dikin.
Lê belê jin, îdiaya xwe ya azadiyê veguherand rehê jiyanê. Li ser vê axê ku qetilkirina jinan her roj zêde dibe Gulistan ji 5’ê çileyê ve li Dêrsimê wenda ye, em ê heta qatilên jinan ên bipostal û unîforma li dijî failan bên darizandin û cezakirin, li qadan bin. Cînayetên jinan polîtîk in, xisleta mêrê qurnaz, sextekar a zayendperest û nijadperest, îxaneta li hezkirin û evînê. Em hezkirin û evîna ku dikuje red dikin, em ê serî netewînin, efû nekin û mehkûm bikin (em ê wan ji hezkirina jin û mirovan mehrûm bikin).
Ji bilî vê pêkanîna polîtîkayên tundiyê ya pergalê ji tunehesibandina Peymana Stenbolê, hewldanên zewicandina zarokan a bi tecawizkar û tacizkaran re, îstismarên li malên cemaetê encama van polîtîkayan e.
Bêyî ku ji bo vîrûsa Covid-19’ê budçe veqetîne, jinan li mala taybet heps dike, dîsa berpirsyariya zarok, pîr, astengdar û paqijiyê li ser bar dike û bûyîna rewşa objeya zayendî ya ji bo mêran li ser ferz dike. Hewl dide îdiaya azadiya jinan bê îtibar bike û bixe bin xizmeta modernîteya kapîtalîst. Modernîteya kapîtalîst lîstika qumarê dilîze; bi xwesteka mezinbûneke bêdawî û rikeberiyê li ser çavkaniyên bisînor xweza û civakê ber bi karesatê ve dibe. Faşîzm, ji çavkaniyên bisînor bi hêrsa kara bêsînor, li keda jinan dimije û vê veduguherîne qetlîamê. Li gor kapîtalîzama ku pergalên olîgarşîk û monarşîk xwedî dike, wê her kesî li ber xwe yê mezibûna bê ser û ber xistiye. Tevî ku politikaya wê ya bi mîlîtarîzmê re ya bidestisxistina kara bêdawî têk çûye jî polîtîkaya xwe ya biçekkirina dewleta mêran a taşeron didomîne. Pergal dixwaze pêşiya paradîgmaya me ya jinan a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan a ji bo cîhanê dibe mînak bigire. Jin demokrasiya xwezayê ye û em ê dev ji meşa xwe ya bi demokrasiya radîkal re bernedin.
Îsal rasthatina 25’ê Mijdarê û kampanyaya me ‘Em Xwe Diparêzin’ biryardariya domandina têkoşîna me ya azadiya jinan e. Rû bi rû mayîna tundiya medya, psîkolojîk, fizîkî, aborî, çandî û siyasî ku jinên gotinên wan ji çekan bi hêztir e, ji zêdebûna destkeftiyên wan diqewime. Desthilata mêr ji tundiya li jinan xwedî dibe. Ji ber jin bûne hêza guhertin û veguhertinê, di heman demê çavkaniya desthilata mêr a tundiya li jinan jî çikiya. Mêrê serdest êdî bi gotinên ‘jina dewleta min, jina nijada min, jina ola min, jina mezheba min, jina çîna min, jina fikra min, jina eşîra min, jina malbata min, jina min’ nikare xwe li hemberî têkoşîna jinan xwedî bike.
Îro yekdemî îflaskirina netewe-dewlet û ‘mêrê leheng’ encama têkoşîna azadiyê ya jinan e. Îro dîsa tu jin ji bo ‘heta dewletên dagirker min dikujin bila dewleta min min bikuje, ji bo ax û holdîng parçe nebin bizewicim, heta zirbav li min dixe bila bavê min ê heq li min bixe, heta mêrekî li kuçeyan li min dixe bila mêrê min li min bixe, heta mêrê min li min dixe bila hezkiriyê min li min bixe, heta dibim hêwî bibim dostik, heta bi rêya toreyî têm kuştin, bi destê flortê xwe bêm kuştin’ tênakoşe dê tu carî jî tênekoşe.
Em bi tevahî li dijî polîtîkayên modernîteya kapîtalîst derdikevin ku tundiya li jinan bi feraseteke nijadperest û zayendperest bi paşverû-pêşverûtiyê parçe dikin, dinixumînin, modernîze û romantîze dikin. Me hemû kirasên we yên nijadperest, zayendperest û dîn îstismar dikin ku bêyî vîna me li me kirin, parçe kirin avêtin. Li dijî pergala mêrê faşîst, me li ber xwe da.
Em agirê berxwedanê geş dikin û bedena xwe, jiyana xwe, ax û ava xwe, çiya û daristanên xwe, zozan û sewalên xwe, zimanê xwe yê dayikê û azadiya bi rêxistinbûnê diparêzin. Wek teyrê sîmir, em ê ji xweliya ji nû ve çêbibin û bigihîjin jiyana xwezayî ya zindî. Azadî bêrêxistinî nabe, ew çavkaniya me ya jiyanê ye.
Wekî TJA’yê em ê li dijî polîtîkayên dijmin serê xwe netewînin. Em ji mêrên bidar, postalên bicop û mêrê dewleta biûnîforma natirsin û wekî mêrên ku dikevin bin kirasê rêhevaltiyê em ê efû nekin. Em bi vê sekna xwe ya dîrokî serbilind in; me dagir nekir bi rûmet in, me çok dananî em serbilind in, em ji qanûnên mêrê serdest ku dewlet berhama wî ya zîhnî ye û jinan nas nake, natirsin, serî danaynin, paşde gav navêjin. Em wekî TJA’yê jinên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê, di 25’ê Mijdarê de bi gotina jiyan û qad yên me ne, vedixwînin qadên azad ên jinan.
Jin Jiyan Azadî