Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Em di rojên wisa de dijîn ku têkoşîna azadiya jinê her ku diçe mezintir dibe, serhildan berbelavtir dibe. Em dizanin ku, êrîşên zayendparêz û bêehlaq ên li hemberî çalakvanên me û hevkarên têkoşîna me tên kirin, di heman demê de êrîşên ku li ser têkoşîna me ya jinê, nirxên ku afirandine û felsefeya me ya jiyana azad in jî.
Di pergala heyî de şer, rûxandin û talan, tundiya li hemberî jinan, îstîsmarkirina zarokan bi polîtîkayên dewleta mêrsalar belav dibin. Bêguman vegotinên li gor vî aqilî jî bi destê mêran berbelav dibe û ev yek ne rasthatinî ye. Şert û mercên Kurdistanê yên stratejîk û polîtîk çawaniya têkoşîna me, rêbaza wê, vîna me ya ji bo wê diyar dikin. Di heman demê de jî kesên ku ji nirxên xwe dûr ketine û êrîşên jinan dikin, îro, di binê navê neteweperestî, olperestî û dewletparêziyê de, careke din nîşan didin ku ji ehlaqê bêpar mane. Hişmendiya ku ew di xizmeta wê de ne, em li vir teşhîr dikin. Her çiqas hişmendiya dewleta mêrsalar ev pênc hezar sal in bi awayekî bi pergal xwe bi rêxistin kiribe jî, rêbazên sepanê yên ku li Kurdistanê rû didin, bi argumanên şerê taybet ê bingehîn tên sepandin. Dewletên – mêrên ku nikarin di şerên demdirêj de bi ser bikevin, polîtîkayên xwe yên qirêjî û bêpîvan dikin meriyetê, bi taybetî jî jinan, ciwanan û zarokan ji xwe re dikin armanc û dixwazin wan bixînin, bêîtîbar bikin û tune bikin. Polîtîkayên ku ev demeke dirêj e tên şopandin, bi awayên cuda tên sepandin. Qeyûm bi taybetî saziyên jinan dikin armanc û digirin; her wekî bûyera Îpek Erê, jinên ciwan tên armancgirtin; dîsa sazî û dezgehên “îslama siyasî” yên ku pêkhateyên paşverû, yekparêz û zayendparêz in, li her derê tên vekirin, di binê banê van sazî û dezgehan de zarok tên armancgirtin û nirxên ehlaqî – polîtîk ên civakê bi destê van sazî û dezgehan tên rizandin. Vana, bes çend mînakên şerê taybet ê li Kurdistanê ne. “Qada taybet” çawa polîtîk be, “şerê taybet” jî polîtîkayeke qirêjî ya dewletê ye. Bi tu awayî ji atmosfera siyasî ya ku hatiye afirandin û dixwaze bê afirandin cuda nîn e. Kesên ku li hemberî qirkirina jinan, destdirêjiya li ser zarokan dengê xwe nakin, bêdeng dimînin, heta rasterast rê li vê yekê vedikin, bi êrîşên li dijî jinên ku pêşengên guherîn û veguherîna civakê ne, hewl didin ku rûyê xwe yê reş veşêrin. Dixwazin van êrîşan veguherînin reşkujiya îtîbara jinan, qirkirina polîtîk û fîzîkî. Bêguman ev rewş teşe dide rehendên têkoşîna me û xeternakiya êrîşên li hemberî me jî bi zelalî derdixe holê. Îstîsmar û destdirêjiya li hemberî zarokan, tundî û qirkirinên li hemberî jinan, reşkujiyên siyasî, reşkujiyên îtîbarê yên di serî de li hemberî çalakvanên me, dê bi tu awayî ji têkoşîna me re nikaribin bibin asteng, berovajiyê wê, her yek ji wan dê her û her bibe sedemeke têkoşîna me. Li ser çapemeniya dîjîtal, ji çalakvanên me bigirin heta çalakvana me Perwîn Bûldan, hevkarên têkokşîna me Perîhan Koca û Sevda Karaca, herî dawiyê jî hevala me Başak Demîrtaş, rûberî êrîşên bêehlaq dibin. Tu çalakvaneke TJA’yê, tu jineke ku alîgira demokrasî û azadiyê ye, ne bi tenê ye.
Li ser vê bingehê, em bangê li tevahiya jinan û gelê xwe dikin ku bi pîvanên welatparêziyê yên ku bîrdoziya me derxistine holê li hemberî şerê taybet şiyar û hestiyar bin. Berpirsiyariya me hemûyan e ku li hemberî tevahiya hişmendiyên ku şerê taybet dixwaze bêrûmet bike em xwedîhelwest bin. Yên ku dikin armanc felsefeya me ya jiyana azad, hevkariya me ya di têkoşînê de û yekîtiya me ya jinan e. Yên ku dikin armanc berxwedana jinê, hişmendiya azadiyê ya ku afirandiye û nirxên wê ne. Divê baş bê zanîn ku li hemberî van êrîşan, em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, di hemû qadên jiyanê de azadiya xwe û vîna têkoşîna xwe xurtir bikin. Dê em jin û nirxên civaka ehlaqî û polîtîk bi ser bikevin.
Jin Jiyan Azadî
Tevgera Jinên Azad (TJA)