JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Me 3’yê Tebaxê Ji Bîr Nekir, Em Ê Nede Bîrkirin! Em ê Hesaba Komkujiya Êzidiyan a Li Şengalê û Qirkirina Jinan Bipirsin!
Di ser êrişa komkujî û qetlîama jinan a ku çeteyên DAİŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir re 12 sal derbas bûn. Ev êrişa ku li ber çavên hemû mirovahiyê hat kirin, ne tenê li dijî gelê êzidî; li dijî hebûn, nasname, bawerî, dîrok û nirxên hevpar ên mirovahiyê yên jinan polîtîkayeke tunekirinê ya rêxistinkirî bû.
Tiştên ku li Şengalê qewimîn ne sûcekî şer ê ji rêzê bû; diyardeya herî hov a zihniyeta serdest a mêr e ku bedena jinan xiste qada şer û qetlîamên sîstematîk pêk anîn. Bi hezarên êzidî hatin qetilkirin, bi sed hezaran ji cih û warên xwe bûn; bi hezarên jin û zarok hatin revandin, li bazarên koletiyê hatin firotin, rastî destdirêjî, îşkence û guherandina olî ya bi darê zorê hatin. Îro jî hîn aqûbeta bi hezarên jin û zarokên êzidî nayê zanîn. Ev qewmkuyjiya ku li Şengalê qewimî li ber çavên cîhanê pêk hat; lê belê hêzên navneteweyî, dewletên herêmê û saziyên cîhanî vîna ku vê yekê bide rawestandin nîşan nedan û bi bêdengiya xwe bûn hevparên vî sûcî. Di serî de Parlamena Ewropayê, gelek welat û saziyên navneteweyî tiştên ku qewimîn wekî qewmkujî naskirin û mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî jî diyar kirin ku ev yek ji sûcên herî giran ên li dijî mirovahiyê ye.
Despêkê tevî salên ku derbas bûne jî hê hemû kiryar nehatine darizandin, negihîştine hemû jinên winda û edalet pêk nehatiye. Şengal, erdnîgariyeke qedîm e ku di dirêjahiya dîrokê de gelek caran bi fermanan hatiye hedefgirtin. Desthilatdarên ku xwestin Rojhilata Navîn veguherînin qada şer û xeyalên xwe yên emperyal pêk bînin, di dirêjahiya dîrokê de Şengal kirine hedef û 73 caran qewmkujî li ser gelê êzidî pêkanîn. Jin û gelê êzidî, tevî van hemû fermanan jî dest ji zindîhiştina bawerî, ziman û çanda xwe bernedan; tam wekî ku îro jî li dijî van polîtîkayên qewmkujî û qetlîama jinan a ku wekî fermana 74’an tê qebûlkirin û bi destê çeteyên DAİŞ’ê hat kirin, dest ji têkoşîna xwe bernedan. Tê zanîn çawa ku li hemberî her fermanê, di 3’yê Tebaxê de jî yên ku teslîm nebûn dîsa jinên êzidî bûn. Jinên êzidî yên ku pêncuyên porên xwe veguherandin sembola berxwedanê; bi xwerêxistinkirin, xweparastin û vîna xwe ya avakirina jiyana demokratîk re ne tenê ji gelê xwe re, ji têkoşîna azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn re jî bûn hêvî. Îro avakirina jiyana bi pêşengiya jinan û xwerêveberiya li Şengalê tê domandin, bersiva herî bihêz a ku dikare li dijî qetlîama jinan bê dayîn. 3’yê Tebaxê ne tenê salvegera komkujiyeke di rabirdûyê de qewimî ye; rojeke dîrokî ya bi bîr dixe ku polîtîkayên komkujî yên li hemberî jinan, windakirina bi darê zorê, revandin û tundiya sîstematîk îro jî bi şêweyên cuda berdewam dikin. Duh polîtîkayên ku li Şengalê li dijî jinên êzidî hatin bikaranîn îro li erdnîgariyên cuda yên Rojhilata Navîn hedefgirtina jinan berdewam dikin. em îro ji bo hemû jinên êzidî yên ku aqûbeta wan hîn nehatiye eşkerekirin edaletê dixwazin. Di heman demê de em dixwazin ku jinên elewî yên li Rojavayê Sûriyeyê hatine revandin û hemû jinên ku bi darê zorê hatine girtin bi awayekî lezgînî werin dîrîn bigihêjin azadiya xwe û kiryarên van sûcan bên darizandin. Polîtîkayên revandin, girtin û bênasnamekirina jinan sûcê li dijî mirovahiyê ye û nikare bêceza bimîne. Naskirina komkujiya Şengalê bi hemû aliyên wê ve, hesabdayîna kiryarên wê li hemberî hiqûqa navneteweyî û dîtina jinên winda; ne tenê ya gelê êzidî, têkoşîna hevpar a hemû jinan e. Lewra polîtîkayên bêcezahiştinê rê li ber sûcên nû vedikin, her nêzîkatiya ku qetlîama jinan ji nedîtî ve tîne, zemîna komkujiyên nû hazir dike. Pêwîst e Tirkiye jî tiştên ku li Şengalê qewimîn bi fermî wekî qewmkujî û qetlîama jinan nas bike, berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bîne cih û gavên ku mafên gelê êzidî bixe bin garantiyê bavêje. Ji bilî vê, divê her cûre êrişên ku li dijî Şengalê berdewam dikin bi dawî bibin; vîn, xwerêveberî û statuya gelê êzidî bê misogerkirin.
Em wekî TJA careke din dibêjin ku ;3’yê Tebaxê ne tenê roja bîranîna komkujiya li dijî gelê êzidî ye; di heman demê de roja têkoşîna gerdûnî ya li dijî qetlîama jinan e, roja mezinkirina hafize, berxwedan û têkoşîna azadiya jinan e. Di serî de jinên êzidî, heta ku hemû jinên hatine revandin, windakirin û bi darê zorê hatine girtin bên dîtin; heta ku hemû kiryarên qetlîama jinan bên darizandin û ewlehî û statuya Şengalê di bin garantîya navneteweyî de bê girtin, em ê rastiyê derxin holê û têkoşîna azadiya jinê mezin bikin.
Me Şengal ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin.
