Ji Çapemenî û Raya Giştî Re

 

Di ser komkujî û qirkirina jinan a ku çeteyên DAÎŞê di 3yê Tebaxê 2014an de li Şengalê li dijî êzidiyan pêk anîn re deh sal derbas bûn.

Di encama êrîşên çeteyên DAÎŞê yên ku bi destên desthilatdariya serdest a mêrane a kapîtalîst hatin xwedîkirin, bi hezaran jin û zarok bi komkujiyê re rû bi rû man, 6 hezar jin û zarok dîl hatin girtin û 400 hezar êzidî hatin koçberkirin. Ji bi hezaran jinan hîna jî tu agahî nehatiye girtin.

Jinên êzidî yên ku di komkujiyê de hatine girtin rastî êşkenceyê hatine, jin li bazarên koleyan hatine firotin û guhertina olê li wan hatiye ferzkirin

Desthilatdariyên ku xwestine Rojhilata Navîn veguherînin qada şer û xeyalên xwe yên emperyal pêk bînin, di tevahiya pêvajoya dîrokê de Şengal ji xwe re kirine armanc. 73 caran li hemberî gelên êzîdî komkujî pêk anîne. Jinên êzidî û gelan li gel van fermanan hemûyan jî dev ji baweriyên ziman û çanda xwe bernedane, wek ku dev ji têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirina jinan, komkujiyên bi destên çeteyên DAÎŞê hatine pêkanîn û wek fermana 74’emîn tê bînavkîrîn,  bernedane.

Jinên êzîdî yên ku keziyên xwe kirin sembola berxwedanê bi bawerî û biryardariyeke xurt li Şengalê pêşengiya avakirina jiyana nû dikin.

Li dijî hemû cureyên polîtîkayên komkujiyê jî, jin îro li Şengalê parastina jiyana xwe pêk tînin. Qadên xwe yên jiyanê diparêzin û li dijî êrîşên ku hîna jî didomin, li ber xwe didin. Em bi viya pir baş dizanin; li pişt êrîşên ku îro li dijî Şengalê pêk tên jî, li dijî bakurê rojhilatê Sûriyeyê û herêma federal a Kurdistanê pêk tên, heman hêz hene û armanca hevpar a van hêzan ji aliyekî ve statuya ku gelê kurd bi dest xistiye û li aliyê din jî têkoşîna jinan a ku li Rojhilata navîn bilnid dibe ye.

Tişta ku dikin armanca êrîşên xwe jiyana nû ya ku bi pêşengiya jinan li Rojava û Şengalê tê avakirin e. Cezayên ku di doza bêbextiyê ya Kobanê de li dehan jinan hat birîn jî, ji vê rewşê ne cudatir e. Têkoşîna azadiya jinan a ku li Rojhilata Navîn tê bilindkirin bi qasî ku nikaribe bi komkujî û siyaseta şer a ku bi destê hêzên tarî û çeteyên tê meşandin bê astengkirin, mezin e. Berxwedana jinên êzîdî nîşana herî mezin a vê yekê ye. Divê li hemberî vê berxwedanê rêz bê girtin û komkujiya ku di 3yê Tebaxê 2014an de li Şengalê de bi destê çeteyên DAÎŞê  ku hat pêkanîn, ji aliyê Tirkiyeyê ve wek qirkirin bê pejirandin.

Wekî ku saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî û DYA jî tê de bi qasî 15 dewletên wek Kanada, Avusturalya, Îrlanda, Portekîz, Almanya, Holanda, Belçika û Îngiltereyê ve û parlamentoya Avrupayê jî wek qirkirin pejirandiye.

Weke ku 11 û 12ê  Adara 2017 an de di Konferansa Jinên Êzîdî ya Navnetewî ya ku  li Almanyayê pêk hat de hat gotin, ku ji bo ku jinên Êzîdî yên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve dîl hatine girtin bên azadkirin,têkoşîneke di asta navnetewî de mecbûrî ye. Û di vê çarçoveyê de biryar hatiye girtin ku 3yê Tebaxê wek “Roja Çalakiyê ya Nawnetewî ya Li Dijî Komkujî û Qirkirina Jinan” bê pejirandin.Ji bo ku qirkirina zayendî ya li hemberî jinan dubare nebe, divê  3yê Tebaxê wek “Roja Çalakiyê ya Nawneteweyî ya Li Dijî Komkujî û Qirkirina Jinan” bê daxuyandin.Em vê banga xwe dubare dikin.

li pişt cezayên darvekirinê yên ku li Îranê li dijî jinan û kurdan tên  sepandin û hovîtiya ku bi awayên cuda tê pêkanîn û êrîşên dijmirovî yên ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî ziman,  çand, nasname û nirxên din ên netewî yên  gelê kurd kurd pêk tên,  heman hêz hene.

Bi baweriya bi têkoşina me ya Azadiya Jinê em berxwedana jinên Ezîdî ên ku li qûntarên Çiyayê Şengalê dibêjin azadî û wekhevî û pêşengiya jiyana hevpar dikin û bi têkoşîna xwe ji bo tevahiya cîhanê dibin mînak ,silav dikin.

Tevgera Jinên Azad (TJA)

You may also like...