JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYAGİŞTÎ RE

Aqlê mêr-dewletê û pergala baviksalar, êrişên xwe yên li ser destkeftiyên ku jinan bi berdêlên giran bi dest xistine, didomînin. Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê betalkirina qanûna ku mafê nefaqayê nas dike; biryareke wiha ye ku ji hiqûqê dûr e û bi destwerdaneke siyasî ya ku bi temamî li ser bingehên îdeolojîk ava bûye, hatiye girtin.Em vê biryarê; wekî parçeyekî konsepta tesfiyeyê ya organîze dibînin ku dixwaze jinê di xefika malbatê de heps bike û vîna wê ya hevberdanê bişkîne. Em wekî TJA’yê, vê biryara ku qadên jiyanê li jinan teng dike, bi eşkereyî red dikin!

Li pey pêvajoyên hevberdanê, bêewlehiya aborî ya ku jin pê re rû bi rû dimînin li ber çavan e; sînordarkirina mafê nafaqayê tê wateya mehkûmkirina jinan a ji bo xizaniyeke kûr.Tesfiyekirina mekanîzmayên ku jinan diparêzin; neçarhiştina jinan e ku di hundirê çerxa şîdet, zext û kedxwariyê de bimînin.

Li Tirkiyeyê, astengiyên li pêşiya tevlîbûna jinan a ji bo qada kar, ferzkirina îstihdama bêqeyd, nexuyakirina keda jinê û newekheviya kûr a mûçeyan, wekî kedxwariyeke sîstematîk berdewam dike. Yên ku vê rastiyê nabînin û mijara nafeqê dixin bin tewra “mexdûriyeta mêran”, ew bi xwe pergala baviksalar in ku kiryar vedişêrin û mexdûr ceza dikin.

Ev nêzîkatiya ku ji rastiya jina di nava civakê de qut e, bi tu gotinên “heqaniyetê” nayê rewakirin.Em ê mafên xwe yên ku me bi berxwedanê bi dest xistine, dîsa bi berxwedanê biparêzin.Mafê nefeqeya herdemî, ne lutfeke dewleta baviksalar e; berhema têkoşîna kolektîf a jinan e ku li kolanan û di her qada jiyanê de meşandine.

Em wekî TJA’yê; vê êrişa eşkere ya li ser mafên destkeftî yên jinan û vê biryara ku armanc dike mafê nafeqê xesp bike, nas nakin!

Mafê Nafaqayê Nayê Xespkirin!

Jin Jiyan Azadî!

 

You may also like...