JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Îro erdnîgariya me û Rojhilata Navîn li ber serdemeke nû ya dîrokî ye. Ji sed salan zêdetir e pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê tê kûrkirin û êdî çareseriya wê ya demokratîk û siyasî mecbûriyeteke lezgîn e. Qanûna çarçoveyî ya ku tê payîn bikeve rojeva parlamentoyê jî, divê pêngava qanûnî ya sereke ya vê serdema dîrokî be. Qanûna çarçoveyî ne dawî ye; îfadekirina prensîban ku çareseriya demokratîk, qanûna aştiyê û pêvajoya veguherîna demokratîk dê li ser wan bingeha xwe bigire. Divê ew bibe destpêka serdemeke nû ku tê de bingehên hiqûqî, siyasî û civakî yên civaka demokratîk werin danîn.
Wek TJA, em dizanin ku aştiya mayînde tenê bi avakirina civakeke demokratîk a li ser azadiya jinan pêkan e. Bi afirandina şert û mercên pêşketina civaka demokratîk, serdema pevçûnê li pey xwe hiştin; berpirsyariya me ya bingehîn e ku em jiyana wekhev, azad û birêxistinkirî ya jinan, gelan û hemû beşên civakî misoger bikin.
Di çareserkirina pirsgirêka Kurd û derbaskirina krîzên herêmî de, divê stratejiya aştî û civaka demokratîk a ku ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin û perspektîfa azadiya jinan li ber çavan were girtin. Hemû rêziknameyên qanûnî yên ku îro têne pêkanîn û nîqaşkirin, divê bi vê perspektîfa civaka demokratîk bêne çareserkirin.
Birêz Abdullah Ocalan ji bo şert û mercên xebat û ragihandinê yên azad û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ji bo pêşveçûna pêvajoyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye garantiya qanûnî ya vê rolê divê di qanûna çarçoveyî de hevsengiya xwe ya şênber bibîne.
Di vê xalê de, rêziknameyên qanûnî yên ku dê werin çêkirin çawa têne amadekirin, çawa tên bicihkirin û heta çi radeyê dikarin bêyî cudakarî meşrûiyetê û baweriyê di beşên cuda yên civakê de biafirînin, ji bo pêşveçûna pêvajoyê girîng e. Qanûna ku dê were derxistin; divê ji cudahiyên kategorîk dûr, di çarçoveyekê de ku bingeha çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ava bike. Li şûna nêzîkatiyên teng û ewlekariyê yên ku dê rê li ber pêşveçûna pêvajoyê bigirin, divê xwedî kalîteyeke damezrîner be ku hemû dînamîkên civakê hembêz bike, bawerî û edaletê saz bike û rê li ber jiyana hevpar veke.
Pêvajoyên aştî û muzakereyê ne ji perspektîfeke mîlîtarîst, zayendperest û serdestiya mêran in; divê bi nêzîkatiyeke ku jin mijarên damezirîner in û xwedî gotin bin, were çareserkirin. Di vê çarçoveyê de, divê temsîliyeta jinan a wekhev di hemû komîsyonan de bê misogerkirin ku di nav Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de û li ser bingeha civakê bên avakirin. Divê mekanîzmayên jinan ên serbixwe werin avakirin ku jin dê rasterast bibêjin. Divê rêxistinên jinan wek pêkhateya sereke ya pêvajoyê werin qebûlkirin û divê jin di hemû mekanîzmayan de cihê xwe bigirin.
Têkoşîna azadiyê ya jinan; wek barkêşê berxwedana jinê, berhevkirina tevgera jina azad û felsefeya Jin Jiyan Azadî, îro garantiya herî xurt a çareseriya demokratîk e. Jin dê bi berdewamî bibin hêza pêşeng a civakîbûna aştiyê û avakirina jiyaneke azad.
Wek TJA; em ê ji perspektîfa civaka demokratîk a li ser azadiya jinan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo hiqûqa aştiyê ku jin dibin damezirîner gav paşve gav neavêjin. Em radigihînin ku em ê qanûna ku dê were derxistin û pêvajoyên pêkanînê bişopînin.
AŞTÎ BI AZADIYA JINAN JIYANÎ DIBE, CIVAKA DEMOKRATÎK BI JINAN TÊ AVAKIRIN!
Jin, Jiyan, Azadî!
