JI BO ÇAPEMENÎ U RAYA GIŞTÎ

Di weşana nûçeyan a qenala AVA TV ya ku navenda wê li Başûrê Kurdistanê ye de, servîskirina wêneya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi awayekî sansurkirî û flûkirin wekî tercîheke asayî ya weşangeriyê an jî sepaneke teknîkî nayê dîtin. Ev nêzîkatî, rasterast li dijî vîna gelekî, li dijî destkeftiyên dîrokî û rûmeta gel e; bêrêziyeke eşkere û destwerdaneke zanyarî ye. Berpirsyariya medyayê ragihandina heqîqetê ye; sepanên bi vî rengî ne tenê li derveyî exlaqê weşangeriyê ne, di heman demê de destwerdanek li hemberî hafizeya civakî ne.

Pêşiya 4’ê Nîsanê, di pêvajoyeke ku nîqaşên li ser çareseriya demokratîk a meseleya Kurd û lêgerînên aştiyê zêde bûne de, sansurkirina wêneyê Rêber Ocalan provokasyonek e li dijî hêviya çareseriyê, zemîna diyalogê û paşeroja hevpar a gelan e. Gelê Kurd bi sedsalan e li dijî polîtîkayên înkar, îmha û asîmilasyonê bi berdêlên giran têkoşîna hebûnê dimeşîne; di vê pêvajoyê de nasname, ziman û daxwaza xwe ya azadiyê bi kevneşopiyeke xurt a berxwedanê parastiye. Di vê têkoşîna dîrokî de rol û bandora Rêber Ocalan nayê nîqaşkirin. Ji ber vê yekê, her cure reşkirina li hemberî kesayetiya wî, ne tenê bi hedefgirtina kesekî sînordar e; di heman demê de hafizeya berxwedanê ya gelekî, hişmendiya siyasî û rastiya civakî hedef digire.

Ev rewş, zirarê dide yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd. Wek TJA, em li hemberî vê êrişê bêdeng namînin û vê nêzîkatiyê şermezar dikin. Em careke din tînin ziman ku; raman, bandor û rastiya civakî ya ku Rêber Ocalan nûnertiya wê dike, ewqas bi hêz e ku bi tu sepanên sansurê nayê sînordarkirin.

Jin, Jiyan, Azadî!

You may also like...