Helwestnameya me ya hilbijartinên 14ê Gulanê
Pergala Komara Tirkiyeyê ya ku ji sed salî zêdetir e ava bûye, xwe li ser bingeha hişmendiyeke yekparêz û yekreng ava kiriye. Ji lewra, sala 2023’yan a ku sedsala duyemîn a Komarê tê pêşwazîkirin ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê gelekî girîng e.
Di vê sedsala borî de gel, bawerî û jin tune hatine hesibandin û di çarçoveya hişmendiya netewdewletê de hatine înkarkirin. Ev avaniya sedsalî; bi nijadperestî, zayendparêziya civakî, burokrasî û yekdestîbûnê teşe girtiye. Ev dane bixwe jî di heman demê de ji bo hişmendiya netewdewletê jêneger in. Zayendparêzî di tevahiya dîrokê de ji aliyê hişmendiya mêrsalar û desthilatdariyan ve li hemberî jiyana demokratîk, bi ehlaq û polîtîk wek çekekê hatiye bikaranîn. Divê bê gotin ku hişmendiya netewdewletê hişmendiyeke ku jinê dîl digire ye. Ligel vê yekê, mixabin li Tirkiyeyê bi taybetî jî di 20 salên dawîn de, desthilatdariya AKP û MHP’yê ya faşîst a mêrsalar ji bo gelan rûxandineke mezin pêk anîne. Vê pergalê di 20 salan de bi israr xwestiye ku jinê di malan de dîl bigire û veguherandine xebatkareke bêmehmiz, hêsîra herî stûxwar, objeyeke zayendî, meta, palûkeyeke ku nijadê bidomîne û jina ‘maqûl’.
Hişmendiya mêr-dewletê bi polîtîkaya tundiyê ya ku berbelav kiriye berpirsa sereke ya bîlançoyên kuştinên jinan ên sîstematîk ên ku her roj zêdetir dibin e. Jinên ku di tevahiya qadên jiyanê de destkeftiyên wan tên xespkirin; rûberî tundî, destdirêjî, desavêtinê û kuştinan dibin; mêrê ku ji aliyê darazê ve tê parastin bi zirxa bêcezahiştinê her ku diçe zêdetir tevahiya qadên jiyanê yên jinan vegirtiye. Tifaqa Cûmhûrê ya ku bi hatina gel hev a partiyên faşîst û paşverû hatiye avakirin jî dijminatiya jinê jixwe re kiriye hevpariya bingehîn. Divê em bizanibin ku, heke ev enî desthilatdariya xwe bidomîne, mafên jiyanê û ewlehiyê yên jinan dê bi tevahî bên xespkirin, di serî de jin, tevahiya welêt dê bikeve serdemeke tarî.
Dîsa israra di polîtîkaya çaresernekirinê ya ku vê pergala rûxîner 20 salan li ser civakê ferz kiriye bûye sedema rûxandineke din a ku bi erdhejê pêk hatiye. Şahidiya me ya hilweşîn û wendahiyên ku di tevahiya dîroka cîhanê de kêm caran bi vê berbelaviyê pêk hatiye çarenûs an jî hilweşîneke xwezayî nîn e; bi tevahî encama van polîtîkayên faşîst ên desthilatdariyê ye. Em dev ji bergiriyên ku jiyanê ji xwe re dikin armanca sereke berdin, li hemberî karesateke bi vî rengî bi sedhezaran mirov kirine mehkûmên bêçaretiyê û qurbaniyên mirinê, yên ku li jiyanê mane jî rûberî nêzikatiyên dermirovî û derwijdanî bûne. Sedema mirina bi dehhezaran mirovan, serobinobûyîna jiyana bi milyonan mirovan, hilweşîna bajaran bi tenê erdhej nîn e; pergala rantê û berjewendiyan a 20 salên dawîn e. Polîtîkayên ku ji aliyê desthilatdariyê ve li pêş tên girtin polîtîkayên jiyînê yên mirovî û xwezapar nîn in; polîtîkayên berjewendiyan in.
Dîsa israra di polîtîkayên şer de her û her bûne sedema mirinan, di serî de tundiya li hemberî jinê, pirsigrêkên civakî yên wek qeyrana aborî, talana xwezayê, qeyrana koçberan ên ku bandoreke mezin li tevahiya civakê kirine afirandiye. Her wiha israra di tecrîdê de jî li ber bi awayekî demokratîk nirxandin û nîqaşkirina pirsgirêkên civakî û kêşeya Kurdan bûye asteng. Ev rewş bi tenê bi girtîgehan sînordarkirî nîn e; bandorê li tevahiya dînamîkên nirxên civakî, jiyana azad û demokratîk dike. Bêguman armanca bingehîn a vê polîtîkayê nasnameya jinê ye. Tehrîbatên ku di encama polîtîkayên şerê taybet de nifşekî ku ji tevahiya nirxên xwe hatiye qutkirin û nasnameyên ku ji cewhera xwe hatine dûrxistin afirandine û dê biafirînin, dê kaosa ku tê jiyîn li gelek rehendan belav bikin. Ev avaniya antîdemokratîk û çaresernekirina pirsgirêkên civakî li pêşiya azadiya jinê, aboriyê, jiyana demokratîk, wekhev û azad astengî ne. Ji lewra, tecrîd di bingeha xwe de li hemberî tevahiya civakê tê pêkanîn û hevgiriya civakî dirizîne.
Civaka Kurdistanê û Tirkiyeyê di pêvajoyeke bi vî rengî ya ku hemû cureyên qeyranan tên jiyîn de pêşwaziya hilbijartinên 2023’yan dike. Ji bo Kurdistanê û Tirkiyeyê dahatûyeke azad encax bi nêzikatiyeke ku siyaseta demokratîk ji xwecihiyê ber bi navendê ve ava dike, mafên nasnameyan û statuyan nas dike, azadiya jinê di navendê de dibîne, dê pêkan be.
Em wek Tevgera Jinên Kurd, dizanin ku pirsgirêkên heyî encax bi nêzikatiyeke ku yekparêziyê na, pirengiyê; siyaseta mêr na, serdestkirina hişmendiya jinê dipejirîne dikarin bên çareserkirin. Em dibêjin hişmendiyeke siyasî ya ku paradîgmaya demokratîk, xwezaparêz a ku azadîparêziya jinê esas digire dikare welatekî demokratîk û wekhev ê ku mirov dikare lê bijî, ava bike. Ji bo vê yekê jî siyaset divê ne ji navendê, ji herêmên xwecihî bê birêxistinkirin. Ev yek ji hemû deman zêdetir niha pêwîst e. Bi taybetî jî di şert û mercên îroyîn ên ku hemû cureyên tundiya li hemberî jinê roj bi roj zêdetir dibin de, herî zêde jî nêzikatiyeke ku nûneriya jinê û hişmendiya jinê tê de serdest e, dê çareseriyeke mayînde bi xwe re bîne.
Em wek TJA di wê baweriyê de ne; wek ku her dem û li her derê em dikin, divê em zêdetir xwedî li mafên xwe, jiyana xwe û azadiya xwe derdikevin; em zêdetir hev bigirin; zêdetir li gel hev bimeşin û bixebitin.
Di vê çarçoveyê de; em bangê li tevahiya jinan, tevgerên femînîst, çalakvanên jin dikin ku têkoşîna azadiya jinê berbelavtir bikin û li dora Daxuyaniya Meclîsa Jinan a Partiya Çepgir û Keskparêz a ku bi perspektîfeke çareseriyê ya rasteqîn hatiye amadekirin bên gel hev û bi hev re gavên polîtîk ên vê yekê bavêjin!
Xurtkirina têkoşîna li dijî faşîzmê ya Meclîsa Jinan a Partiya Çepgir û Keskparêz, ji bo rûxandina şert û mercên faşîzmê dê bibe yek ji navendên têkoşînê yên herî mezin.
Em wek TJA; tevahiya jinên ku xwediyê wê vînê ne ku li hemberî hişmendiya mêrsalar û yekparêz bi diruşma “Em ê Bi Hev re Biguherînin” derketine rê û azadiya jinê li malan, li kuçe û kolanan, li qadan, li meclîsê birêxistin dikin silav dikin û em dibêjin “Em ê Bi Jinan re Biguherînin”!
Bijî Têkoşîna Jinê!
Jin Jiyan Azadî!
Em ê Bi Jinan re Biguherînin!
Tevgera Jinên Azad (TJA)