Deklarasyona TJA’yê ya 25ê Mijdarê ya 2022 an!
“Pêdiviya me bi dengekî heye ku bangî nava pêlên hest û ramana serdemê bike…Bi gotineke ku enerjiya me dike yek û dide hîskirin ku li gerdûnê em ne bi tenê ne…”Nagîhan Akarsel
Ji xwîşkên Mîrabel heta Sarayan; ji Sêvêyan heta Aysel Doganan û Jîna Emîniyan. Ev dengê ku Nagîhan diqîre, ligel felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku ji Îranê dest pê kir û li tevahiya cîhanê belav bû, her ku diçe bilindtir dibe. Wek TJA, îsal, em careke din bi angaşta xwe ya “Sedsala 21’emîn dê Bibe Sedsala Jinê!” 25’ê Sermawezê, Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî pêşwazî dikin.
Ew hişmendiya ku me di mal û zindanan de girtî dihêle û hewl dide ku ramanên me û hêza me ya rêxistinî asteng bike divê bizanibe ku em ê berxwedana xwe bidomînin û azadiya jinê zêdetir bikin. Û em ê pratîkên tundiyê yên dewleta mêrsalar ên wek lêgerînên tazî yên di girtîgehan de, heqaret, şewitandina înfazan, sepanên lijneyan, bêparhiştina ji pirtûk û rojnameyan tu caran nepejirînin. Bi vê boneyê jî, em bang dikin ku her kes li nobeta malbatên ku ev bi mehan in ji bo zarokên xwe yên ku di girtîgehan de mirin li wan tê ferzkirin têdikoşin û berxwedana dayîka Emîne Şenyaşar a ku li hemberî bêdadiyê li ber xwe dide xwedî derkeve. Dîsa di şexsê Aysel Tugluka ku bi têkoşîna gerdûnî ya hevpar a jinan hat berdan de, ji bo girtiyên nexweş ên di girtîgehan de bi heman biryardarî û astê de em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Di serî de Dêrsim û Cûdî; polîtîkayên agirberdana bi destê dewletê, valakirina gundan, çêkirina qereqol, qeleqol, bendavan, kanên mehdenan û bêdarhiştinê; nîşaneyên hewla bi hinceta şer tunekirina xweza û dîroka Kurdistanê ne. Dîsa her wekî qetliyama ku li Çiyayên Kazdaglari hat çêkirin, çar aliyên Tirkiyeyê bi hinceta sermayeyê tê talankirin. Divê îşkenceyên ku li bedenên mirî yên Kurdan tên kirin, êrîşên li ser goristanan jî wek domahîlka van polîtîkayan bên destnîşankirin. Tehrîbatên civakî yên ku ji ber çekên kîmyewî pêk tên jî her ku diçe zêdetir dibin. Netewdewletparêziya ku dibêje qey ew ê bi bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser axa başûrê Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd lawaz bike, li hemberî mirovahiyê tawanker e. Li hemberî van sepanên dermirovî hem hêzên herêmî hem jî hêzên navneteweyî bêdeng dimînin û dibin hemtawan. Ev êrîş, bi tu awayî ji êrîşên li ser jinan û êrîşên li ser têkoşîna azadiyê ya jinan cuda nîn e. Ji ber vê yekê, divê em her buhista erdnîgariya xwe, xwezaya xwe û hemû kesên ku li ber xwe didin wek bedena xwe, wek ramanên xwe star bikin û biparêzin. Di kesayeta Şebnem Korur Fîncanci ya ku li ku derê dibe bila bibe bi tu awayî dev ji afirandina zanistê ya ji bo civakê bernedaye de, helwestnîşandana li hemberî çekên kîmyewî meseleya rûmetê ye. Careke din, wek TJA, em bang li hemû sazî û dezgehên herêmî û navneteweyî, raya giştî ya xwedîwijdan û demokratîk dikin ku li hemberî şer dengê xwe bilind bikin.
Ji zimanê me yê dayîkê bigire heta çanda me, wek jiyan di hemû qadên siyasetê de, nasnameya me ya jinbûnê, nasnameya me ya Kurdbûnê wek hêmanên tawanbar tên dîtin. Konserên hunermendên Kurd, lîstikên şanoyê yên bi Kurdî tên qedexekirin. Li hemberî vê çanda ku bi xerakirin, şewitandin û rûxandinê nayê tunekirin îro jî her wekî ku li Sûrê, li Cizîrê dikin, bi mîhrîcanên ku ji derve de gel tînin polîtîkayên bişaftinê kûrtir dikin. Li bajarên mezin ji ber ku bi zimanê xwe yê dayîkê diaxivin, hewl didin Kurdan bikujin. Em soz didin ku li hemberî vê hişmendiya qedexeker, yekparêz û mêtinger em ê ji her demê bêhtir li zimanê xwe û çanda xwe xwedî derkevin.
Çapemeniya nivîskî û dîtbarî hatî stendin û veguheriye amûreke propagandayê ya desthilatdariyê. Li hemberî vê yekê jî kedkarên çapemeniya azad angaşta xwe ya çêkirina nûçeyan a li ser şopa heqîqetê didomînin. Ji ber vê yekê jî têkoşîna me ya ku em li dijî tundiya li ser jinê dikin wek berpirsiyariyeke bingehîn xwedîderketina li pênûsa bi dehan jinên rojnameger ên ku di girtîgehan de ne li me ferz dike.
Wek polîtîkayeke şerê taybet, keda jinê ji aliyekî ve tune tê hesibandin û ji aliyê din ve jî tê mêtin. Di roja îroyîn de hîna jî jinên ku li malan, li zeviyan, li palûkeyan û li hemû qadên din ên jiyanê hilberandinê didomînin rûberî êrîşên zayendî dibin; karkerên demkî rûberî êrîşên nijadperestan dibin. Rêya rizgariya ji xizanî û bêpariya jinê ya ku em rûberî wan dibin û rêya rizgariya ji polîtîkayên mêtingeriyê ew e ku dîsa bi têkoşîna jinê ya rêxistinî, aboriya komunal a demokratîk bê avakirin. Şerê taybet ê ku li hemberî keda jinê tê kirin, li hemberî jinên ciwan zêdetir tê kirin. Di şexsê Îpek Er, Gulistan Doku, Pinar Gultekîn de bi tundiya sîstematîk a bi unîforma bênasnametî li jinên ciwan tê spartin. Ji aliyê din ve jî bi fuhûş û tiryakkêşiyê polîtîkayên ku ciwanan tune dikin, dejenere dikin û bêvîn dihêlin tên sepandin. Dîsa kapîtalîzm û şerên ku pergala mêrsalar diafirîne jinan, gelan ji cih û warên wan dûr dixin, wan sirgûnî ernîgariyên cuda dikin, dikin ku penaber rûberî sepanên dermirovî bibin.
Li hemberî vê cudakariya bi tewq û gerîneka tundiyê ya bi pergal, wek TJA, em careke din soz didin ku em ê bi perspektîfa jîneolojiyê ya ku zanista jinê û jiyanê ye, têkoşîna xwe xurtir bikin.
Em di pêvajoyeke wisa de ne ku êdî hejmara jinên ku di rojekê de ji aliyê pergala desthilatdar a mêrsalar, failên mêr ve tên qetilkirin nayê hesibandin. Bi sepanên ku tundiyê meşrû dikin, polîtîkayên zayendparêz û li dijî jinan, qirkirina jinan tê pêkanîn. Di şexsê Şule Çet, Fatma Altinmakas, Emîne Bulut, Ceren Damar, Muzeyyen Boylu, Leyla Karaaslan de tevahiya jinên ku ji aliyê pergala serdest a mêrsalar û failên mêr ve hatine qetilkirin, tevahiya jinên ku tundî li wan hatiye kirin serhildana me ne, sedema têkoşîna me ne! Di nava vî şerê qirêjî yê ku li hemberî hebûna jinê hatiye destpêkirin de, wek Kurdekê û wek jinekê, Jîna Emînî, ya ku ji aliyê rejîma molayê ve hat qetilkirin jî nîşaneya herî şênber a vê yekê ye ku pergala ku di rewşeke kaotîk de ye encax bi berxwedana jinan û berxwedana gelan dikare hesab bide. Li ser vê bingehê em berxwedana jinan û gelan a li Îranê silav dikin.
Bi boneya 25’ê Sermawezê em careke din dupat dikin ku ji bo çareseriya kêşeya Kurdan muxatabê yekem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û divê demildest bi wî re hevdîtin bên çêkirin. Rejîma tecrîdê ya ku bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û her ku diçe di tevahiya qadên jiyanê de vediguhere teknîkeke rêvebirinê; pirsgirêkên civakî bê çareserî dihêle. Tekane rêya ku li hemberî hişmendiya faşîst a qirker paradîgmaya azadîparêziya jinê ya ku Abdullah Ocalan bi pêş xistiye bi ser bikeve; azadiya cenabê wî ya fîzîkî ye.
Em wek TJA; wek berpirsiyariyeke xwe dibînin ku em îro careke din bi bîr bixin ku hêza herî mezin a ku dê azadiya jinê û azadiya civakê pêk bîne, têkoşîna jinê ya enternasyonal e. Bi baweriya me ya ku dê li ser bingeha jiyana azadîparêziya jinê dê civak ji tundiyê bê şûştin û bi ruhê têkoşer ê 25’ê Sermawezê, em bang li tevahiya jinan dikin ku berxwedan û têkoşînê geş bikin. Soza me ew e ku; tu kes nikare rê li têkoşîna azadiyê ya jinê bigire!
Destpêka Bernameya 25’ê Sermawezê ya TJA’yê;
– 11’ê Sermawezê; Ji bo bîranîna Nagîhan Akarsela ku li Silêmaniyê di encama reşkujiyê de hat qetilkirin ji Enqereyê,
– 12’ê Sermawezê; ji bo silavkirin û xwedîderketina li berxwedana ku di serî de jinan, gelên li Îranê dane destpêkirin, ji navçeya Qerqelî ya Wanê,
– 12’ê Sermawezê; li hemberî polîtîkayên şer ên taybet ên li hemberî jinên Kurd ên pergala mêtînger a mêrsalar ji navçeya Qilebanê ya Şirnexê dê bername dest pê bike.
Wek TJA, di tevahiya hefteya 25’ê Sermawezê de, her roj û her saetê; li hemû qadên ku em lê ne û li kuçeyan; li meydanan û taxan em dengê xwe bilind bikin, berxwedanê mezin bikin û kêl bi kêl em ê qadên ku jin tê de azad dibin bihonin.
Tevgera Jinên Azad ( TJA)