Daxûyaniyî bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tûndiya li Ser Jin Insyatîva li dijî dagirkeriyê û qirkirina jin , jibo aaramî û aştî ye!
Tundûtûjiya li dijî jin û keçan binpêkirineke bi rengekî berbelav a mafên mirovan e ku di hemû deman de û li hemû deverên cîhanê rû dide, ev cure tundûtûjiyê heta niha jî ji ber gelek sedeman bi giştî nehatiye ragihandin, ya herî dawî ne baweriyê bi hikûmeta ku di encamê de gelek sûcdar bê ceza azad dibin.
Her sal di roja 25 ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li hemû cîhanê tê bîranîn , hemû civak ev rastî jî qebûl kiriya jiber rojana şahidê bûyerên tûndiyê yên ku diqewmê . Ji ber ku hîna jî gelek jin û keç di jiyana xwe de rastî tundiya rojane tên di nav malbatê de an jî di cihên giştî de .
Şîdeta li ser bingeha zayendî bûye metirsiyên berferh a mafên mirovan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê . Tevî berxwedana jinan li gelek welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, adet û kevneşopiyên ku li ser xwe girtina û di bin navê olê de jinan girêdidin, bi vî rengî tundî û cudakariya ya ku jin pê re rû bi rû tê , nemaze dûrxistina wan ji gelek warên jiyanê de, berdewam dike mîna ferzkirina çi gerek bike û weke pir zewac, mîratî, girtina zarokan û cinsiyeta zarokan ….
Her wiha jin rojane li seranserê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê rastî cudakarî û tundûtûjiyê tên, ji ber ku hikûmetan nekarîn dawî li girtin, revandin, kuştinên keyfî, yan jî bi navê kuştinên namûsê, û şêweyên din bînin. şîdeta li ser bingeha zayendî civakî. Û bi navê kuştinên namûsê li Îraq, Îran, Urdun, Libnan, û Kuweytê berdewam têne tomarkirin, ji ber ku rayedaran gav ne avêtin ji bo dadgehkirina tawanbaran.
Û li Misirê, jin tên qetilkirin , û tu qanûnek tune ku tundiya li dijî jinan sûcdar bike, ji ber ku tawanên tundiyê li dijî jin û keçan berdewam dikin, Ev bûyerên ku vê dawiyê çêbûn civaka Misrê da hejandin û ronî da ser valahiyên civakî û qanûnî yên ku jinan beramberî êrîşan û tacîzê ve rû bi rû dihêlin , wek Naîra Eşref, 21 salî, ku 19 birîn bi kêrê hat kûştin , derket holê ku kesê ku bi kuştina wê hatiye mehkûmkirin, ev nêzîkî salekê ye ku ew tehdîd dikir , piştî ku wê red kir ku bi wî re bizewice ew kûşt bi wî rengê hovana . Her wiha Salma Bahcet bi kêran hate qetilkirin , Xilûd Derwîş bi xeniqandinê û Rima Anan a ji Cezayîrê hate şewitandin.
Divê bê zanîn ku tundiya li ser jinê di heman demê de tundî û binpêkirina eşkere li ser giştî civakê ye. Divê hemû civak helwestê xwe diyar bikin beramberî vê rewşê, ji ber ku ev berpirsyarî ne tenê dikeve li ser milê jin de lê di pêvajoya guhertin û demokratîkbûna civakê dibe berpirsyariya giştî civakê de , gerek zilam jî rol bilîzin da ku xwe ji hişmendiya mêrperst desthilatdar xwe rizgarkirin ya ku bi hezar salan e ku ev yek weke rastiyek daye ferzkirin û her kes wê qebûl bike. Divê em îspat bikin ku ne rast e û ne çarenûsa me ye ku em di şert û mercên ku tê de mafên herî kêm ên rûmet, azadî û edaletê tune ne de bijîn.
Herwiha her jinan hewildana da ku balê bikişîne ser mijara tundiya zayendî ya berbelav a li dijî jinan a ku bi şerê leşkerên Rûs ên li Ukraynayê ve girêdayî ye, ku dikare bibe sedema gelek bûyerên şîdetê li herêmên pevçûnan di her dem û cîh de, wekî ku îro diqewime. li Başûrê Sûdana , Yemen û Lîbyayê, her wiha sûcên tundiya zayendî li Etiyopyayê û destavêtinên berdewam ên li Komara Kongoyê a Demokratîk ku bê ceza û hesab xwestin dimînin .
Her wiha, bi zêdebûna şer re, êşa jinan di encama şerên berdewam ên li Ukraynayê de, û tiştê ku jin li Afganîstanê di destê Talîbanê de rastî bê tehamulî, destdirêjî, binpêkirina mafan , û her roj biryareke ku tê de mafekî din ji destê wan tê standin, cil û bergên qanûnî li ser wan ferz dikin û azadiya wan distînin û îradeya wan dişkînin . Weke ku li Îranê jî bi kuştina keça Kurd Jîna Emînî bi destê polîsên exlaqî bi hinceta nepejirandina perdeya qanûnî , ev yek bû sedem ku raperînek bi pêşengiya jinan destpê bike û hemû deverên Îranê û navçeyên Îranê bi xwe ve bigire. Di bin banga dirûşmên (Jin Jiyan Azadî) , lê rejîma melalî ya faşîst hemû hêrsa xwe li dijî serhildanê da nîşandan û heta roja îro xwepêşanderan dikuje, di nav de jin jî hene ku hejmara wan gihişte bi sedan kesan, û bi hezaran jî girtin. Ji ber vê yekê her serhildan û tevgerên ku jibo daxwazê mafên jinan û veguherîna demokratîk çêbikin rêcîma Îranê red dike.
Dîsa binpêkirinên eşkere yên li dijî gelê Filistînê, ji ber ku êrîş bandorê li jin û zarokan dike, ku her tim di pevçûnên çekdarî de dibin qurbanî. Berxwedana ku gelê Filistînê li Xezzeyê li hemberî dagirkeriya Îsraîlê nîşan da û gelek şehîd dan. Rojnamevan Şêrîn Ebû Eqleh jî ku bi hemû dilpakî û dilsozî ji bo gelê xwe xebat dikir, hat hedefgirtin û kuştina wê jî bû delîlek teqez ku ev kiryar ti eleqeya bi mirovahî û exlaqê re nîne.
Herwiha dewleta Tirk a ku destekê dide komên terorîst û binpêkirinên ku derketine asta sûcên şer dike. Û destwerdana welatên rojhilata navîn û bakurê Afrîkayê dike da ku ewlehî û aşitiyê têk bibe, krîzên xwe yên navxweyî derxîne, bala xwe ji siyaseta xwe ya dîktatorî bikşîne ku li ser esasê , destdanîna ser azadiyan, ji holê rakirina demokrasiyê, çewsandina demokratan li her derê ye. Bi êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê, Şingal û Suriyeyê tê wateya têkbirina vîna azad a jinan. Û binpêkirinên hovane yên ku li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de li Sûriyê li dijî jinan pêk tîne, îsal tundûtûjiya sîstematîk ji aliyê dewleta Tirk ve li ser pêşengên jin li bakur û rojhilatê Sûriyê tê kirin, weke hedefgirtina rêveberên jin Jiyan Tolhaldan, Roj Xabûr û Barîn. Hêza ku herî zêde li ber xwe dan li dijî hêzên terorîst ên li ser rûyê erdê, her wiha projeya xwerêveberiya ku gelên herêmê bi hemû pêkhateyên wê pejirandibûn û bi taybet îradeya azad a jinan hedef girtin bi hedef girtina şehîd Zeyneb Mihemed û şehîdên jin yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsa û armanckirina kevan li dibistana Şmûka ku di encamê de 5 keç şehîd ketin . Û hedefgirtina şehîd Nagiyan, lêkolînera zanista jin , bi guleyên rast li başûrê Kurdistana/Iraqê, û dewleta Tirk bi van ewqas kiryar ne razî bû û têra hovîtiya wî nekir ta ku çekên kîmyayî yên qedexeya navneteweyî li herêma parastina rewa li Kurdistanê de bikar bîne , di bin bêdengiya navneteweyî ta tevgera azadiyê tasfiye bike.
li Sahraya Rojavayî jî jin rastî belaya dagirkeriyê tên, di serî de zext, îşkence, girtin û revandina bi destên dagirkeran. Lê bi berxwedan, têkoşîn û îradeya jinên têkoşer, sekna li hemberî dagirkeriyê û tevî her cure hewldana azadkirina welat, lê ev hemû îşkence, bi bêdengiya ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve dibe sedema ku li ser wê tundiya herî dijwar tê meşandin . Şîdeta zayendî ya girêdayî pevçûnan stratejiyeke bi baldarî hatiye bicihkirin ji bo şikandina psîkolojîkî ya civakên ku jinên wan dike hedef, ji ber ku her aktor şîdeta zayendî weke stratejiyeke şer bi kar tîne. Ji ber ku dagirkeran tecawiz wekî navgînek talan, warn , dagirkirina erdan, jenosîd û paqijkirina etnîkî bikar anîn. Jin bi zanebûn di pevçûnên çekdarî de bi mebesta ku zirarê bidin civakên ku tê de ne û ji derveyî çarçoveya kampanyayên leşkerî û bêyî tirsa ji cezakirinê tecawizê dikin .
Û zayîna hemû şoreşan encama ked û têkoşîna gelan bû, bi taybetî jî têkoşîna jinan. Pêşxistina her şoreşeke rasteqîne li cîhanê û bi taybetî li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bi taybetî divê li pêşiya jinan be û sedema wê jî ji pêbaweriya wê ya bi mîrata xwe ya dîrokî û di diyarkirina paşeroja xwe de weke zemîneke bingehîn a polîtîkayên wan . Jin îro di hemû qadan de têkoşîneke xurt dimeşîne û têkoşîna wan bi hezaran sal berê dimeşîne, di şert û mercên herî dijwar de me berxwedaneke leheng nîşan da û têkoşîna me ya îro jî berdewamiya wan têkoşînên berê ye ku di hemû şoreşan de pêk hatin. li Rojhilata Navîn bi pêşengiya gel û jina kedkar û bi hêza xwe ve hatin cihêkirin, yanî şoreş li ser îradeyek taybet û fikrê taybet ava bûne.
Rastiya têkoşîna jin û jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ji aliyekî ve tijî êş e, ji aliyê din ve jî encaman de xwedî derfetek pir mezin e, ji ber ku xwedî çandeke dîrokî û berxwedana jinê ye. Şîdeta berfireh a li ser jinê, krîza netew-dewletên navendî, nîjadperest û kapîtalîst nîşan dide, jina ku tê hedefgirtin, jina bi zanebûn, rêxistinbûyî ya ku hay ji mafên xwe heye û hewil dide wan biparêze ye.
Ji ber vê yekê em tundiya li ser jinê li her derê şermezar dikin û banga bidawîkirina wê tûndiyê di nava rewşên pevçûnan de. Ji bo pêşî girtina li hemû cureyên tûndiyê gerek em bê rawestandin her bixebitin û tekoşînbikin û bi gelek şewazên di zagonan de û di gelek warên din de deskeftiyan bi dest bixin . Em banga bilindkirina têkoşîna azadiyê û avakirina jîngeheke ewle û bê cudahî û tundiyê dikin, her wiha em bang li rêxistinên navneteweyî jî dikin ku rola ku li ser wan hatiye erkdayîn rol bilîzin ji bo rawestandina van sûcan û hesabpirsîna sûcdarên tawanên şer .
Insyatîva li dijî dagirkeriyê û qirkirina jin, jibo aaramî û aştî ye