Daxuyaniya Ji Bo Çapemeniyê
Îro 12 sal di ser rizgarkirina Kobanî ya ji çeteyên DAIŞ’ê re derbas dibin. Ev serkeftin, ku di 26’ê Çileya 2014’an de bi dest ket, ne tenê bîranînek ji bo berxwedaneke berê ye; di heman demê de hişyariyek bihêz e li dijî êrîş û zordariya berdewam a li ser jinan û hemû gelên ku jiyaneke azad diparêzin.
Kobanî, îro jî wek duh, sembola berxwedanê, îradeya azadiyê û têkoşîna jinan e.
Êrîşên DAIŞê yên li ser Kobanî ne tenê kiryarek şer a asayî ye; ew beşek ji polîtîkayeke tinekirinê ye ku tevahiya gelê Kurd hedef digire.Ev êrîş ji aliyê komên çete ve ku ji aliyê hêzên herêmî û cîhanî ve dihatin piştgirîkirin û li gorî berjewendiyên xwe tevdigeriyan, hatin kirin. Armanca sereke ew bû ku îradeya gelê Kurd a ji bo avakirina jiyaneke azad û bi rûmet bişkînin; û bi taybetî jî, veguherîna civakî ya ku di bin pêşengiya jinan de pêş diket, ji holê rakin.Ev şêwaza jiyanê, ku li ser azadiya jinan disekine, ji aliyê pergalên serdest û mêr-serdest ve nayê qebûlkirin.
Lêbelê, ev plana tarî li Kobaniyê hate pûçkirin.Berxwedana ku jinên Kurd pêşengiya wê kirin, ne tenê parastina bajarekî, lê di heman demê de nîşanî cîhanê da ku jin aktorên sereke yên rêxistin, parastin û ji nû ve avakirina jiyanê ne. Jinan, bi çekên xwe, bi îradeya xwe, bi rêxistina xwe û bi hişmendiya xwe ya azadiyê, dîrok nivîsandine. Ji ber vê yekê, Kobanî ji serkeftinek leşkerî bêtir bûye; ew bûye yek ji sembolên gerdûnî yên têkoşîna rizgariya jinan.
Modela jiyana demokratîk, piralî û kolektîf a ku îro li Rojava tê avakirin, berdewamiya îradeya ku li Kobaniyê derketiye holê ye. Ev model, ku jinan dixe navendê û li ser wekhevî û jiyana hevpar a gelan ava dibe, hîn jî ji hêla zîhniyeta serdestiya mêran, yekparêz û dewleta neteweyî ve wekî metirsiya herî mezin tê dîtin. Ji ber vê sedemê, Rojava bi salan e ku hedefa êrîş û dorpêçên sîstematîk e.
Di êrîşên dawî de, kiryara birîna porê jineke Kurd a ku ji aliyê yek ji çeteyan ve hatiye kuştin û wek diyariyek ji hev re dayîn, nîşanek eşkere ya zîhniyeta barbar e ku laşên jinan hedef digire û bi birçîbûn, tîbûn û înkarkirinê dixwaze wan bindest bike. Porê birrîn ne “beşek laş” e; ew bêtehamuliya li hember têkoşîna rizgariya jinan û berxwedana wan a qehremanî ye. Ev êrîş ne tesadufî ne jî tenê ne. Ew ji jinên Kurd, îradeya wan a azad, hêza wan a rêxistinkirî û pêşengtiya wan a veguherîner di civakê de ditirsin.Ji ber vê yekê, ev êrîş rasterast nasnameya jinan û mafê jiyanê hedef digirin.
