Banga me ya ji bo dengê jinan di avakirina civaka demokratîk û makeqanûnê de cih bigre!

 

40 salên dawî yên dewleta Tirkiyeyê bi pevçûnên li derdora meseleya kurdan derbas bûne, û tevahiya tevna siyasî, civakî û çandî ya Tirkiyeyê ji hêla zîgzagên vê pevçûnê ve hatiye şekildan. Serhildana dawî ya gelê kurd bandoreke kûr li ser hemû têkoşînên siyasî, tevgerên civakî û hevpeymaniyên li Tirkiyeyê kir. Tevgera azadiya jinan li Tirkiyeyê, bi gelek pêkhateyên xwe yên cuda, di warê avakirin û belavkirina soza aştiyê li dora pirsgirêka Kurd de û di têgihîştina aştiyê ne wekî mijareke ewlehiyê ku tenê li jor tê nîqaşkirin, lê wekî mijareke siyasî û civakî, pêvajoyek ku were avakirin de, destkeftiyên girîng bi dest xistiye.

Îro, têkoşîna civakîkirina aştiyê û avakirina wê ji jêr ve ji her demê bêtir ji bo me jinan girîng, bihêztir û lezgîntir e. Pêvajoya civakîkirina aştiyê ne pêvajoyeke ku tenê di derbekî de û di yek carê de pêkwere; têkoşînek û xebatek domdarî û duvdirêj dixwaze. Jinên li ser vê erdnîgariyê, ji ber hevgirtina zîhniyeta serdest a mêr, kapîtalîzm, mîlîtarîzm, şovenîzm û feraseta olî, rastî tundiyeke mezin hatine û li dijî wê jî li ber xwe dane. Ji kuştina jinan heta xizaniyê, ji êrîşên nefretê heta paşguhkirinê, ji desteserkirina keda jinan heta dijwarbûna zayendperestiyê di her warî de, me 10 salên pir dijwar li pişt xwe hiştin. Ji ber ku piştî her pêvajoyeke aştiyê ya têkçûyî rê li ber pêlek bihêztir a mîlîtarîzm, şer, tundûtûjî, şovenîzm û neteweperestiyê vekir.  Jixwe ji ber vê yekê ye ku di van10 salên dawî de em di pêvajoyeke xerabkar de derbas bûn. Li gel vê yekê jî tenê kêliyekî jî me dev ji berxwedana xwe berneda. Li ser vê bingehê, hin daxwazên me yên li hemberî polîtîkayên şer ku em aştiyeke mayînde ava bikin;  hene. Ji vekişîna hemî qeyûman û bidawîanîna pratîka qeyûman bigirin heya betalkirina Qanûna Terorê, azadiya hemî girtiyên siyasî, nemaze girtiyên nexweş, heya dekriminalîzekirina siyasetê û vegera bo Peymana Stenbolê… Ev daxwaz, daxwazên me yên ku  ji hêla têkoşîna me ya hevpar ve hatine talepkirin.

Tevgera jinên Azad  hem hilgirê van daxwazan e û hem jî di pêvajoya aştiyê de aktoreke sereke ye. Di vê çarçoveyê de, ew girîngiya giran a banga aştî û civakeke demokratîk a ku ji hêla sermuzakerevanê pêvajoya aştiyê  brêz Abdullah Ocalan ve hatî destnîşan kirin, nas dike û hewldana civakîkirina aştiyê wekî erkê xwe yê siyasî yê sereke dibîne. Herwiha, em dizanin ku avakirina aştiyê ne tenê bi Tirkiyeyê ve sînordar e; Tevî Rojava, ew bi jiyan, îradeya siyasî û bi taybetî ewlehiya kurdên li her çar herêmên Kurdistanê ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de, em ê bi hemû mutefîkên xwe re, bi perspektîfeke navneteweyî ji bo aştiyê;  li dijî hemû nêzîkatiyên millîtarîst û operasyonên leşkerî , hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî sînorên wê, ji bo avakirina hevpeymaniyek aştiyê têbikoşin. Em di wê zanebûnê de ne ku avakirina aştiyê pêvajoyeke demdirêj e. Bi berçavgirtina mîrata kesên ku me di navê aştiya bi rûmet de winda kirine, û bi hesreta avakirina cîhanek wekhev em ê hewld bidin û bikin ku vê peywira xwe bÎnin cih. Em dizanin ku barê me giran e û em xwe li gor vî barê giran û rêya dirêj amade dikin.

İro li Tirkiyeyê; ji jinan heta kedkar û xebatkaran; ji Elewiyan heta civaka kurdan, ji girtiyên siyasî heta ciwan, LGBTİ û tevahiya komên kêmneteweyan pêdiviya her kesî bi aştiyê heye. Tevgera Azadiya Kurd, wekî her carê, bi biryar e ku plana aştiyê wek xeteke çep-sosyalîst a hevpar ji bo hemî gelên bindest û hemû têkoşerên Tirkiyeyê ava bike. Ji ber ku jin, di esasê de , yek ji komên pêşeng ên vê têkoşînê ne. ji ber ku jin her tim yên ku li dijî şer, mîlîtarîzm,  kapîtalîzm, zîhniyeta serdest a mêran, ferseta olî, cudakariya li ser bingeha nasnameya zayendî û meyla cinsî, û yên ku li dijî kolonyalîzmê li ber xwe dane Û hesreta dinyayeke azad û wekhev dijîn. Ji ber vê yekê jî em jin; ji bo qenela siyasetê vebe, ji bo avakirina zemîna hiqûqî û ji bo gavên wêrek û biryar ên polîtîk bên avêtin, em ê dengê xwe bilind bikin. Em dizanin ku aştî, civateke demokratîk û avakirina bingehek nû ya demokratîk pêkan e, û gelek beşên civakê bi awayên cûda vê yekê daxwaz dikin. Armanca me ew e ku em van dengan bikin yek.

Daxwaza Makeqanûneke nû di Tirkiyeyeke îro û avakirina pêvajoya aştiyê de, dibe ku ne yek ji daxwazên herî lezgîn û ya yekem be. Ji aliyê din ve jî em dizanin ku daxwaza guherandina Makeqanûna 82an ev makeqanûna ku ji aliyê darbekarên dema cuntayê ve hatî amadekirinê û 40 salên dawî yên Tirkiyeyê de bingaha hemû pêkanînên antî-demokratîk avêtiye; ne tenê daxwaza Tevgera Kurdan e; ev salên dirêjin ku daxwaza gelek tevgerên siyasî ne. Herwiha, nîqaşa Makeqanûna nû ji du aliyan ve xwedî girîngiyeke bingehîn e: Ya yekem, girîng e ku daxwaza jiyaneke hevpar a nû, wekhev û demokratîk a beşên pir mezin ên civaka Tirkiyeyê wekî metna dawî ya qanûnî û siyasî ya peymaneke civakî ya nû were nîqaşkirin. Ya duyemîn, pêwîst e ku di hemû pêvajoyên avakirina aştiyê de têkoşîn bê kirin ji ber ku ew ê bibe metnek qanûnî û siyasî ku tê de perspektîf û têgihîştina jiyaneke nû û wekhev a piştî pevçûnê dê derkeve holê.

Em, wekî TJA (Tevgera Jinên Azad), mîna mekanîzmayên din ên avakirina aştiyê, xwe dispêrin hêza xwe, xeta xwe ya siyasî û têkiliyên berfireh û kûr ên ku me bi tevgera jinan re danîne. Li ser vê maseyê, em dixwazin bibin deng û awazên hemû jinên li Tirkiyeyê ku baweriya wan bi hesreta aştiyê heye û ji bo civakîkirina wê têdikoşin. Em armanc dikin ku kesî li paş nehêlin û hemû pirsgirêkên wek ji mafên sendîkayê bigirin heya daxwazên statuyê yên civaka Kurd, ji redkirin û înkarê heya destkeftiyên karker û kedkaran, ji kêmkirina hebûna jinan bo statuya wan di nav malbatê de… em dixwazin, xwestek û mafên jinan di vê Makeqanûnê de nîqaş bikin.

Em dizanin ku pêvajoyên avakirina civakeke demokratîk û aştiyeke mayînde encec bi bingeheke bi hêz a hiquqî pêkan e. Em ê heta dawiyê ji bo avakirina vê bingeha siyasî û yasayî hem ji bo xurtkirina demokratîkbûn û avakirina aştiyê û hem jî ji bo avakirina peymaneke civakî ya nû têbikoşin. Banga me ji bo hemû jinên ku baweriya xwe bi aştiyê anîn e; bi baweriya xwe, fikarên xwe, hêvî û rexneyên xwe yên ji bo aştiyê, werin bi nîqaşan em xwe xurt bikin û soza xwe bikin yek. Tevgera Jinan a Kurd xwedî bingehe ku van nîqaşan birêve bibe, bi biryar e ku dengê jinan bîne nîqaşa Makeqanûna nû. Di rewşa siyasî ya krîtîk a îro de, em bang li hemû jinên li ser vê erdnîgariyê ne dikin ku tevlî têkoşîneke hevpar ji bo civakîbûna aştiyê bibin. Em di wê baweriyê de ne ku jin dê pêşengtiya tevahiya gel û aliyên bindest û tunne tên hesibandinê, ji bo wan jiyaneke hevpar ava bike. Banga me ji bo hemû jinên ku vê baweriyê parve dikine.

Tevgera Jinên Azad

You may also like...