NIHA DEMA JINÊ YE, NIHA DEMA HEVDÎTINA BI RÊBERTIYA AZAD RE YE
by Tevgera jinen Azad · Published · Updated
Weke TJA, meşa ku me di Cotmeha 2025’an de bi dirûşma “Em Bi Hêviyê Ber bi Azadiyê ve Dimeşin” ji Amedê ber bi Enqereyê ve dabû destpêkirin; bi perspektîfa ku hiqûqa pêvajoyê were afirandin û were jiyankirin, vîna “çareseriya demokratîk û di dawiyê de aştiyê” ya ku em hildigirin; îro bi vê hevdîtina ku em li Gemlîkê pêk tînin berdewam dike, bi girtina hêzê û dayîna hêzê mezintir dibe.
Îro li vir; wekî jinên ku ji lêgerîna heqîqet û berxwedana Amedê, ji xeta serhildan û azadiyê ya Botanê, ji rihê têkoşîna bê sînor a Serhedê, ji yçanda jiyana hevpar a gelan a Egeyê, ji tevna civakî ya pirnasnameyî û pirzimanî ya Marmarayê, ji keda berxwedêr a Anatolya Navîn, ji hafizeya hilberîn û piştevaniya Çukurovayê û ji deryaya hov a Behra Reş hatine qeraxên aştiyê, em di vê meşê de digihîjin hev.
Em wek TJA’yê bi vê pirrengî û pirdengiya xwe, di vê pêvajoya dîrokî de careke din li Gemlîkê gotina xwe dibêjin. Vîna xwe ya çareseriya demokratîk nîşan didin û hêviya aştiyê mezin dikin. Ev xeta têkoşînê, bi îdîaya Aştî û Civaka Demokratîk re, riya çareseriyê ya ku di armanca dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan de dibe yek, nîşan dide; vîna çareseriyê ya me jinan ku em pêşeng û parêzvanên pêvajoyê ne, bi awayekî şênber datîne holê. Îro li Tirkiyeyê çareseriya demokratîk û aştiyane ya Pirsgirêka Kurd, meseleya herî lezgîn û nikare bê taloqkirin e. Di vê bingehê de, “Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibata 2025’an de li Girava Îmraliyê hat kirin û gavên piştî wê hatin avêtin, derfeteke mezin pêşkêş dike.
Weke TJA, em di ferqa wê de ne ku têkoşîna aştiyê wêrekî û biryardariyê dixwaze; mezinkirina îddîa û biryardariya me, têkoşîna me, avakirina jiyaneke azad û wekhev, ji duh xurttir e. Bi îdîaya ku qonaxa dawî ya Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk dê bibe ronesansa jinan; em ê têkoşîna azadiya jinê bi aştiya civakî tacîdar bikin. Îro hemû jin, di serî de jinên Kurd ên ku encamên polîtîkayên şer di asta herî zêde de dijîn; azadiya Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan ê ku vîna aştiyê nîşan daye, wekî azadiya xwe dibînin. Divê were zanîn ku; em hêza pêşeng a vîna ku dê dawî li vê pergala ku xwe bi şer, rant û talanê mezin dike, bînin.
Li dijî hemû hêzên ku dixwazin li pêşiya riya aştî, edalet û azadiyê astengiyan derxin, em careke din ji vir gotina xwe dibêjin û bi bîr dixin: Di ser bangawaziya Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk re salek, mehek û 23 roj derbas bûn. Di vê demê de, di serî de gelên Kurdistanê, gelên Tirkiye û Cîhanê piştgiriyeke xurt dan bangawaziya “Aştî û Civaka Demokratîk”. Her çend; di xala afirandina Hiqûqa Aşitiyê û dabînkirina garantiya wê de neçalakkirina parlamentoyê; helwesta nezelal û dirêjkirina wextê di gavên demokratîkbûnê de di nav civakê de bêbawerî afirandibe jî; vîna çareseriyê û hêviya aştiyê her tim zindî hate girtin.
Nexasim di 8’ê Adarê, Newroz û 4’ê Nîsanê de qadan bi milyonan mirov dagirtin; gel peyama çareseriya demokratîk û aştiyê bi awayekî zelal nîşanî hemû otorîteyên berpirsiyar û biryardar da. Niha divê bi lezgînî derbasî qonaxa duyemîn bibe. Lê ji bo birêvebirineke bi rêk û pêk a pêvajoyê û derbasbûna qonaxa duyemîn; wekî di mînakên cîhanê de, bi dabînkirina şert û mercên muzakereyê yên bêkêmasî pêkan e. Riya encamgirtina muzakereyan jî ew e ku alî di nav mîsogeriya hawirdoreke wekhev, azad û ewle de tevlî pêvajoyê bibin. Lê heta îro ev prensîba bingehîn nehatiye pêkanîn. Muzakarevanê sereke Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya demokratîk, wekhevparêz û azadîxwaz a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiya mayînde, xebatên xwe bêyî ku şert û mercên jiyana azad û ragihandinê werin dabînkirin, dimeşîne. Di van şert û mercan de serketina pêvajoyê û pêşveçûna wê ne pêkan e. Li ser bingeha muhatabtiya ku bi vîn û têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd şêwe girtiye, nayê nîqaşkirin ku Birêz Ocalan muhatabê resen û muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye.
Divê ev rastî li ser bingeha sererastkirinên qanûnî were garantîkirin; statuya siyasî ya Birêz Abdullah Ocalan demildest were pênasekirin û şert û mercên ku bikaribe bi awayekî azad bijî û bixebite,werin afirandin. Weke ku girîngî û hassasiyeta pêvajoyê hewce dike, vîna ku TJA di têkoşîna xwe ya bênavber de nîşan daye bi vê daxwaza bingehîn re dibe yek. Nasîna statuya siyasî ya Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan û dabînkirina azadiya wî ya fîzîkî, şertê herî girîng ê serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk e.
Di vê çarçoveyê de rapora ku ji aliyê Komîsyona “Piştevaniya Neteweyî XwîşkûBiratî û Demokrasiyê” ya TBMM’ê ve hatiye amadekirin, bi taybetî di beşên 6emîn û 7emîn de pêkanîna sererastkirinên qanûnî û gavên demokratîkbûnê berpirsiyariyeke dîrokî ye. Wek din dabînkirina entegrasyona demokratîk, derxistina qanûneke aştiyê li ser bingeha hemwelatiya wekhev û avakirina hiqûqeke bi ewle yên xurt ji bo hemû beşên tevlî pêvajoyê dibin, bi taybetî ji bo jinan, hewcedariya bingehîn a vê pêvajoyê ye.
Tecrûbeyên ji sala 1993’an û vir ve nîşan didin ku bêyî van gavan zemîna muzakereyê nayê avakirin û aştiyeke rûmetdar nayê avakirin. Îro daxwaza me zelal e û nayê taloqkirin! Divê statuya siyasî ya Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan were nasîn, azadiya wî ya fîzîkî were dabînkirin, şert û mercên muzakereyê demildest werin avakirin û garantiya hiqûqî ya aştiyê were avakirin. Ev baweriya ku bi pêşengiya jinan bilind dibe, di heman demê de vîna avakirina jiyaneke azad û wekhev e.
Em ê ji vê vînê paş de gav neavêjin! Heta ku azadî pêk neyê, heta jiyaneke wekhev û demokratîk ava nebe, em ê têkoşîna xwe li her qadê mezin bikin û bidomînin. Li ser vê bingehê, bi kelecana hevdîtina me ya ku dengên gavan ên li çar aliyê cîhanê li dora felsefeya “Jin Jiyan Azadî” bilind dibin, em dibêjin; “Niha Dema Jinê Ye!”, “Niha Dema Hevdîtina bi Rêbertiya Azad re ye!”; em silavên xwe bi rêzdarî ji bo Girava Aşitiyê ya Îmraliyê, ji bo Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan re dişînin.
