Bi awayekî lezgînî divê êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê yên li hemberî kurdên li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêk tên, rawestin.
Di êrîşên rejîma Şamê yên ku du roj in li taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiye yên li Helebê û her wiha êrîşên li ser Benî Zeydê de li gor agahiyên Çavderiyên Mafê Mirovan ên Suriyeyê (SOHR) 9 sivîl hatin qetilkirin û 60 kes jî birîndar bûn.Ev êrîşên rejîma Şamê gefên eşkere yên li ser yekparçeyiya îdarî û siyasî ya Sûriyeyê, û her wiha gefek mezin a li ser rêveberiya xweser a demokratîk a wekhev a ku bi berxwedana gel a bi pêşengiya jinan li Rojava hatiye damezrandin.
Hewceye bêgotin ku li gorî Peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de hat îmzekirin de, QSD di Nîsana 2025an de ji taxên Kurdan vekişiyan û ewlehiya van taxan jş radestî rayedarên herêmî kiribû.Ev êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê, vê peymana 10 Adara 2025an vala derdixe. Ev êrîş nîşan didin ku rêxistineke civakî ya ku jin aktorên sereke ne hedef digre, şer li ser gelê Kurd ferz dike û bi vî awayî pêşeroja Sûriyeyê tehdît dike. Modela Rojava tê zanîn ku li dijî feraseta serdest û kevneşopiya milîtarîst azadiya jinan têxê navenda xwe. Û her wiha mînakeke ku bi berdelên giranbûha hatiye avakirin.Ji ber vê yekê, hedefgirtina Rojava ji aliyê komên xwedî îdeolojiyên dijminê jinan ên mîna HTŞ’ê ve, êrîşeke îdeolojîk a zelal û hedefgirtî nîşan dide ku rasterast armanc dike ku xeta azadiyê ji holê rake.Êrîşên rejîma demkî ya Sûriyeyê yên ku hevgirtina civakî hedef digirin, nîşaneya qirkirinê ya rêziknameyek baviksalar e ku hewl dide jinan bi tevahî ji qada giştî, siyaset û parastina xwe dûr bixe.
Ev êrîş gefên mezin li ser yekparçeyiya îdarî û siyasî ya Sûriyeyê çêdikin, û rasterast fikra aştiyê ya ku QSD bi israr hewl didin ava bikin; aştiyek li ser bingeha demokrasiya piralî, herêmî û lihevkirina civakî, têk dibin.
Ev êrîşên ku piştî rejîma Şamê ragihand ku ew rasterast êrîşî çeperên HSD dike, zêde bûn, ne êrîşên li ser çeperên leşkerî ne, lê belê êrîşên ku armanca wan tunekirina hebûna civakî ya jinan, fikra azadiyê û îradeya pêşxistina jiyaneke aştiyane ye.
Wek Tevgera Jinên Azad, em vê zîhniyeta êrîşkar, paşverû, dijminê jinan û wêranker bi ti awayî qebûl nakin; em radigihînin ku bi çi awayî be bila bibe, em ê li dijî wê bisekinin û bi vî awayî xeta azadiya jinan biparêzin.
Em diyar dikin ku bidawîkirina kaos û tevliheviya li Sûriyeyê bi avakirina hikûmeteke hevbeş ve girêdayî ye ku mafên wekhev û demokratîk ji bo hemû gelên li Sûriyeyê misoger bike, û em bang li her kesê ku baweriya xwe bi têkoşîn û berxwedana jinan tîne û ji bo wê li ber xwe dide ku li dijî êrîşên rejîma Şamê bêdeng nemînin, helwesteke xurt bigirin û piştgiriyê bidin şoreşa jinan.
