Ji Çapemenî û Raya Giştî Re
Her sal di 25’ê Mijdarê de, em Roja Cîhanî ya têkoşîna li dijî Şîdeta li ser bingeha Zayendî silav dikin , ku ev yek bangek jinan ye ku rewşa xwe li çaraliyê cîhanê binirxînin û derfetek e ku binpêkirinên bi her şêweyî ronî
bikin. Roj roja ragihandina asta tundiya li dijî jin û derfetek ji bo hemû tevgerên azadiya jinê ku xwe binirxînin,
bi taybet tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, herêmek ku şahidiya geşedanên siyasî, leşkerî û meydanî yên bi hev re girêdayî ye. Qeyranên ku bi giştî bûne taybetmendiyeke girêdayî bi welatên herêmê ve.
Jin di bin rejîmên totalîter , otorîter de dijîn, ji ber pîvanên olî yên devjêber û qanûnên neolîberal hatine
xeniqandin. Di çarçoveya qeyranên bingehîn de, ew diêşin şîdeta nav malê, bêparbûna ji xwendinê, nebûna
pêşkeftina domdar û dadmendiya civakî û binpêkirin û/an bêparkirina mafên xwe dibin.
NANA-25_November-2024 NADA’nın Basın Açıklaması Daxuyanîya NADA YA Kurdî Deklerasyon_INGCommuniqué_à_l-1 بيان_ندى_حول_25_نوفمبر_2024