Ji Çapemenî û Raya giştî re
Desthilatdariyê vê sibê li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê îradeya gel, îradeya jinan û îradeya civakê
bi awayekî bêhiqûqî desteser kir. Piştî heşt salan ji nû ve gelekî îradeya xwe da diyar kirin ev
mafê gele yê makezagonî ye, lê mafê hilbijartin û hilbijêriyê vê pergalê em dizanin bi çi çavî li
jinan, li kurdan û li yên din dinêre em baş pê zanin. Îro jî em şahide mantiqe ku digot “Ewil li
jinan bidin” dîsa ketiye merîyetê. Di esasê xwe de ev çand çanda dewlet û mêrtiyê ye û bi
aqilê mijokdariyê û li ser esasê ganîmetê li ser kar e.
Di v an şaredariyan de mêe desthilatdar e, ev der wek saziyên rantê tên bikar anîn û
dagerindane û warê talan û wêrankirinê. Xwestin tevahî mekanîzmayên ku ji jinan re rêwîtiya
bêpere, bergiriyên ji bo tundiya li hember jinê û qadên jiyanê, a niha dixwazin bi destê mêr
van destkeftiyan ji holê rakin. Ev hemû polîtîkayên dewletê ne û dixwazin wan tune bikin. Di
revebiriyên herêmî de dixwazin ji aboriyê heta kar û barên çandan, tenduristî, perwerdehî û
ekolojiyê bmkêr bihêlin. Di şaredariyê de di der barê polîtîkayên jinan de, bi tevahî di van
beşan de kayyum qedroyên xwe bi cih bikin.
Di 31’ê Adarê de di şaredariyên ku hatine bidestxistin, kiryarên şaredariya ên ewil polîtîkayên
di der barê jinê de ketin meriyete. Bi gel re li ser baweriyê û pratika xebatên demokratik û
azadiyê û ekolojik bi gel re û xwe birêxistin kirin hatin pê.
Balkêş e, di dîrokate ye. Tirkiyê de, di salvegera derbeya çarê mijdarê dê wek lekeyek reş ji
nû ve kirin meriyete. Ev jî balkêş û biwate ye. Her wiha ev jî rastiya AKP’ê û MHP’ê ye. Di
navbera sala 2016’yan û 2019’yan de çawa şaredariyên me desteser kirin îro dîsa ew
polîtîkayên qirêj ketine meriyete. Vî aqilê k udi demek nêz de qala aştiyê û çareseriyê dikir,
îro ew gotin vala derketin e. Ev yek bi aqilê mêr û dewletê pêk hatiye , ew jî diyar e. Çend roj
berê kayyûn danîn ser şaredariya Esenyûrtê, li beranberî bertekên gel jî îro saet di 5’an de
şaredariyên Mêrdînê, Şaredariya Êlîhê û Şaredariya Xelfetiyê desteser kirin.
Ev pergal navê van polîtîka ye. Ev mafê jinê yê makezagonî, îrade û vegotinê desteserkirin
ye. Bi siyaseta qorsanî fahm bû ku bi tundiyê û pêkûtiyên dewletê pêk tînin. Ev dixwazin ji bo
jinan paşerojek ne ewle û kesên ne ji wan in tüne bikin. Tevahî der û kulen wan ev e. Ev
piratîk ji makezagona k udi sala 1982’yan de pêk hetiye xirabtir tevdigerin. Em dixwazin en
pêkanîn bi dawî bibin. Lewma jî banga me ji sazîyên jinan ên navneteweyî, rêxistinên
demokratik, sazî û degehên sivîl biştgiriyê bidin jinên kurd û têkoşînê mezintir bikin.
Jinan îradeyek xurt diyar kirine, ji hemşarederên me jin re bi riya darbeye zilm û pêkûtî
hatiye ragihandin. Me do ji darbekaran re stuyê xwe xwar nekir û em ê ji niha pê de jî stuyê
xwe xwar nekin. Tiştê ku mafê me ye rewaye em ê dîsa bi destxînin. Dê jin bimînin û
darbekar ew ê herin. Em ê ji kesên ku pêşerojê bêxwedî û îroyê bêkes û nebextewar dikin re
gotinek me heye. Em ê Bi berxwedanê rêngê jinê bihûnin.
Jin Jiyan Azadî
Tevgera Jinên Azad