Ji Fermanên Li Ser Gelê Êzîdî Re Êdî Bes, Divê Sitatûya Gelê Êzîdî Bê Nasîn!

 

Di vê pêvajoya ku em wek Şerê Cîhanê yê sêyemîn binav dikin de; qeyrana piralî ya Modernîteya Kapîtalîst li her aliyê jiyanê belav bûye. Di çar perçê Kurdistanê de şer û êrîşên didome; Şerê Rûs-Ûkrayna û herî dawî jî dagirkirina Filistînê ji aliyê Îsraîlê ve êdî şerê cîhanê yê sêyemîn şênber dibe. Di van hemû şeran de; mêtingeriya baweriyan; ligel nijadperestî, mesebperestî û zayendperestiyê tev bûne yek êrîşî ser gelan û nemaze êrîşî ser jinan dikin. Îro li ber çavê hemû dinyayê dewleta dagirker ya Îsraîl; bêyî ku bibêje; ev jin e, zarok, kal pîr sivîl e bi deh hezaran Filistînî dikuje qetil dike. Di serî de; kuştina Jin û Zarokan bi gelemperî vê wehşeta li ser gelê Filistînê em nalet dikin. Em berxwedana jinên Filistîniyan bi rihê piştgiriyê wana silav dikin!

Gelê Me Yî Hêja;

Îro li çar aliyê Kurdistanê ji aliyê hêzên hegemon ve li ser gelên Kurdistanê êrîşên xwe bi dijwarî didomîne. Rejima Sûrî û Çeteyên bi navê Dîfa El Watanî ku girêdayî wan in; di 6ê Tebaxê de êrîşê ser Dêrazorê ya di bin Rêveberiya Herêma Xweser de ye kirin. Di wê êrîşê de zarok jî di navê de bi giştî 13 kesan qetil kirin, 12 kes jî birîndar bûne. Em baş dizanin ku esil hedef û armanca wan Şoreşa Rojava ya Jinê ye. Dîsa armanca wan; vîna ku bi Şoreşa jinê re di nava gelan de bûye jiyaneke hevpar bi xwe ye. Sedemê êrîşkirina wê jiyana ku bi felsefeya Jin Jiyan Azadî hatiye afirandin Tirs e. Lewra jiyaneke di nav aştî û demokrasiyê de pêk were; di nav kodên Netew-Dewleta mêtinger ya serweriya Mêr de nîne. Li aliyê din; di Tirkiyê de rejima AKP-MHP êrîşê ziman, govend, cilûberg bi giştî êrîşê çanda gelê Kurd dike. Herî dawî li Esenyurt a Stenbolê diavêjin ser şahiya dawetê, xwediyê dawetê bi tevî hunermendan ve digrin binçav dikin. Em ji vira bang dikin; Qe tu hêzekî dê nikaribe me ji govenda me ya azadiyê û tilîliyên me dûr bixîne!

Jinên Bi Bûmet;

Rejima AKP-MHP ya dijminê Kurd, di Tirkiyê de ku vêna dike; di Rojhelatanavîn de bi tifaqên qirêj û hevkariyê li Kurdistanê dixwaze destkeftiyên Jin û Gelan desteser bike. Îro PDK; bi AKP-MHP rê tifaqên bêbext dike û êrîşên ser Kurd û Kurdistanê organîze dike. PDK ya xiyanetkar îro ji bo Êzdiyan gef û tehdîtek mezin e. Piştî serdana Erdogan ya Îraqê û şûn de Konseya Daraz ya Bilind a Îraqê biryara girtina; Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzdî (PADÊ), Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û Partiya Eniya Tekoşîna Demokratîk da. Aliyekî de bi vê hawî hewl didin siyaset û tekoşîna demokratîk ya Kurdan asteng bikin li aliyê din jî; bi girtina PADÊ re Xweseriya Şengalê dixwazin ji holê rabikin. Di vê salvegera dehemîn ya fermana 74. De girtina vê biryarê welê rasthatinek nîne. Biryar tunehesibandina baweriya civaka Êzdî û vîna wan e. Dîsa tê wateya berdewamkirina êrîşên DAÎŞê ye.

Gelê Me yî Hêja;

Ji vir deh sal berê PDKê; Şengal û Civaka Êzdî radestî Hêza herî tarî ya cîhanê DAÎŞê kiribû. Ev hê di bîra me û li ber çavên me ne. Di mêjûya xwe de 73 fermanan hatibû serê vî gelê Êzdî, di 3yê tebaxa 2014an de bi êrîşên DAÎŞê ser Şengalê re rastî komkujiyeke din re rû bi rû man. Piştî vê qelaçotiyê bi hezaran Êzdî hatin kuştin, bi hezaran hatin desteserkirin û bi sedhezaran Êzdî ji warên xwe bûn. Êzdî bi vê 74emîn fermanê re tenê bi qetlîamên herî bi xwînî re rû bi rû neman, di heman demê de; li ber çavê hemû dinyayê komkujiyeke mezin ya jinan pêk hat. Em dizanin ku feraseta Netew-Dewlet ya mêrê serwer; li ser beden, nasname û baweriya jinê ji bo xwe werdigerîne qada şer. Li gor çeteyên hêza tarî DAÎŞê sed mixabin di Şengalê de ev pêk hat. Herî kêm 7 hezar jin û zarokên Êzdî ji aliyê DAÎŞê ve hatin desteserkirin, ew revandin birin. Hê jî qe nayê zanîn ku ew jin zarok li ku ne. Bi taybetî DAÎŞê jin û zarokan wek “Xenîmeta Şer” ew dîl girtine. Bi awayeke pergalî destdirêjî li wan hatiye kirin. Li ser jin û zarokan zext û pêkutiyên veguherîna ol (dîn) hat kirin. Di bazarên koleyan de hatin firotin. Bi hezaran zarok hatin pişaftin-asîmîlekirin.

Jinên Bi Rûmet;

Rejima AKP-MHP ya ku gelek caran têkiliyê wan û DAÎŞê hatiye çespandin û ketiye bin qeydan; ev dijminahiya Kurdan êdî ji xwe re wek polîtîkayekê bijartine. Li ser Şengalê ev polîtîkaya xwe ya dagirkirinê hê jî didomîne. Ya ku li ser Şengalê dixwaze pêk bîne û hê di roja me de jî ev êrîşên didomin tev nîşana konseptekê ye. Çawa ku xwe dispêre deh hezaran salan ya koka Êzdayetiyê ku havêynê civaka Êzdî û li ser çand û kevneşopiya xwe mane dixwazin vêna ji kokê ve rabikin, ew tune bikin. Ev AKP-MHP ku wekî sondxwariyê dijminatiya Kurdan girtine ser xwe; ger bi awayeke fizîkî Êzdiyan nekaribû tune bikin vê carê jî ew neçarî radestbûniyê bikin. Ew bê vîn û bê hêz bihêlin. Armanca wan jî ew mekanîzmaya ku li Şengalê ava bûye tesfiye bikin. Êzdiyan teslîm bigrin. Bi vê hawî ji xwe re esas digrin û bi awayeke pir alî û berfirehî vê neyartiya xwe didomînin. Deh sal berê çawa ku PDK bingeha komkujiya Êzdiyan amade kiribû; di roja me de jî ketine dû komployan; ku bi sedhezaran Êzdiyan ji war û ocaxa wan bikin, ew neçarî koçkberiyan dikin. Êzdiyên ku di bin kontrola PDK de, wek penaber di warê xwe de dijîn; îro êdî bi fikar û tirs dijîn. Ji wê boneyê jî berê xwe dane Şengalê, bi şûn ve dizivirin. Lewra li ser wan planên pir qirêj tê organîzekirin. Li Zaxo, li Dihokê di mizgeftan de Mele; êdî bi awayeke eşkere li ser kuştin û bi her awayî desteserkirina malên Êzdiyan fetwa didin! Êzdî xistine hedefa Kurdên bisilman. Ango dîsa Kurd bi Kurdan bidin kuştin fetwa didin. Em li vira bang li PDKê dikin; demildest ji vê lîstik û planên xwe yên li ser Êzdiyan vegere!

Ka tu ewilî hesabê wê xiyaneta xwe ya ku te ew Êzdiyan li ber çavê hemû dinyayê firot, terkî qedera wan kir û tu bûyî sedemê kuştina bi hezaran Êzdiyan bide! Em Jin dê tu cara wê sekna we ya xiyanetkar ku ji bo berjewendiyê xanedaniya xwe ya rojane we kir dê ji bîr nekin. Sedemê komkujiyeke dive bibe jî hun bi xwe nin! Ger ku îro Jin xwedî li heqîqetê der tên û berê xwe didin paşerojeke azad ya di pêşengiya jinê de, civaka Êzdî tê parastin; bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ji jiyaneke nû venagerin, jê naqerin; bersiva wan ya ji yên di şer de îsrar dikin re Aştî ye; ev dide nîşandan ku dawiya we nêzîk e! Em ê; ji bo Êzdî di warê xwe de bi awayeke azad û aram bijîn, parastina mafê wan her bidomînin. Em bana; di serî de Jinan hemû gelên cîhanê dikin û vedixwînin piştgiriya bi Êzdiyan re!

 

Tevgera Jinên Azad (TJA)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

You may also like...