Aştiyeke bi Rûmet a Gel

 

Wek encam;  “helwesta min li ser aştiya stratejîk, biratî û hevratiya azad e. Aştiyeke bi rûmet a bi gel û dewleta Tirkiyeyê re armanca me ya sereke ye. Me ji 93’an û vir ve her tim xwest bi têkiliyên nerasterast bi dewletê re vê xetê pêş bixin û ez hîn jî vê xetê berdewam dikim. Herî dawî min Peymana Dolmabahçeyê pêşkêş kir û ji bo hêsankirina xebatên wan min gav avêt. Banga min a dawî jî nehat bersivandin. Wekî din ez dikarim çi bikim? Ger dixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê projeyên demokratîk pêk bînin. Min li vir çi kiribe, min ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê kir. Ev ne ji ber ku em tirsiyan an jî teslîm bûn, lê ji ber ku me ew rast dît. Heke bi vî awayî fêm nekin, bêrûmetî û teslîmiyetê li me ferz bikin teqez em ê qebûl nekin. Tevî şert û mercên tecrîda mutleq ya ku ez tê de me jî, ji bo ku pêvajoya Îmraliyê bi çareseriya demokratîk û aştiyane bigihêje encamê, ez li ser projeyên aştiyê dixebitim. Ez hêvî dikim ku pêvajoya Îmraliyê bi çareseriyeke demokratîk û aşitiyê encam bibe. Ev pêvajoyên dijwar in; Dê dîrok bi awayekî bê nivîsîn. Li gorî encama vê sedsala 21. an wê bi çareseriya demokratîk û aşitiyê bi ser bikeve, an jî ev yek dê bi pêş nekeve û wê bibe windakirina sedsalê”.

You may also like...