Ji Çapamenî û Raya Giştî Re!
Êzdî, di Rojhelatanavîn û Kurdistanê de ku yek ji herî kevnar û qedîmê civaka Kurd e di dîrokê de bi awayeke pergalî-sîstematîk bi cudakarî, komkujiyan re rû bir û maye. Hema bêje li kê derê bûye, li ser kîja erdnîgariyê be di warê aborî, civakî, çandî, Olî û netewî de ji van hemû mafên xwe bêpar hatiye hîştin. Ev jî hê têr nekiriye ku bi dehan cara bi komkujan re rû bir û maye.
Êzdî, di Tebaxa 2014an de ji aliyê DAÎŞê ve bi komkujiyê re rû bir û dimîne. Ji 5 hezaran zêdetir Êzdî li ber çavê hemû dinyayê hatin qetilkirin, 200 hezar Êzdî bi zor ji warê xwe hatin koçkirin! Hê jî destûr nayê dayîn, nahêlin di warê bav û kalên xwe de bijîn. Her dem û gav bi êrîş û komkujiyan re rû bi rû dimînin. Di nava vê çend salên dawî de bi hezaran keç û jinên Êzdî bi tevî zarokan ve di bazara koleyan de hatin firotin. Hatin tecawizkirin, mêrên Êzdî hatin gulebarankirin. Cih û warê perestgehên wan hatin guhertin, hatin wêrankirin. Ola wan ya ku di dîroka mirovahiyê de yek ji Ola herî kevnar e tune hat hesibandin. Ew bi zor û zextan ji ola wan hatin dûrxistin, kirin bisilman! Hê jî bi hezaran jin û zarokên Êzdî wenda ne. Êzdî, ew tiştên li Şengalê rû da, bi ser wan de hat wek berdewamiya qetlîamên berî vê dihesibînin ku; jê re “Fermana 74emîn” dibêjin
Êzdiyên ku piştî êrîşên DAÎŞê ve rû bir û man û ji neçarî koçî welatên derve kirin, li wan welatên tê de wek penaberî lê dijîn hê jî pirsgirêkên wan yê jiyanî-mirovî didomin. Bi awayekî komkujî hê jî gefa li ser wan didome. Ji ber vêna, divê bi awayeke ewlehî, bêyî ku gef û xeterî li ser jiyana wan hebe vegerin li welatê xwe bi aramî bijîn ji bo vê divê ewlekariya wan ya jiyanî were misogerkirin.
Ji du (2) hezarî zêdetir Êzdî ev neh sal in wenda ne. Nehatine dîtin. Piraniya van wendahiyan jin û zarokên qîz in. Qismekî ji wan di destê DAÎŞê de ku di bin ewlehiya paytexta Tirkiyê de dimînin dizanin. Tew van kesan di malpereke înternetê ya bi navê “dark web” de wek koleyan tên firotin. Bi saya serê hewldanên xizmên wendahiyan malên ku wek şaneyan de têne girtin derketin holê û Jinên Êzdî yên tên rizgarkirin yek cara diteyîse çapameniyê. Başe, lê yên ku ew qas xwedî şans nînin?
Di 2014an de ku ev komkujî pêkdihat, rayedar û hukumeta Tirkiyê lê temaşe dikirin, ji bo rizgarkirina wendahî û jinên Êzdiyan qe gavek jî navêtiye. Ser de jî ji yên dixwazin ew rizgar bikin re astengiyan derdixin. Di encam de Tirkiye, ev êrîş û komkujiya ku bi sedema xwediyê nasnemeya xwe ya Êzdiyatiyê û çanda xwe ya herî kevnar ku ji netewa Kurd e hat kirin wek komkujî nabîne. Sed mixabin, ev komkujî û karestên bi ser Êzdiyan ve hat ji aliyê hemû cîhanê ve jî pir bi derengî hat dîtin. Ev qetlîam û komkujiya ku di 2014an de pêk hat, ji aliyê Lijneya Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekgirtî (BM) ve hat lêkolînkirin û wek komkujî hatiye qeydkirin (raporkirin), lê ji wê pê de tu gavek din nehatiye avêtin. Halbû ev êrîşa li ser Şengalê divê ji aliyê hemû cîhanê ve wek komkujî were nasîn, hemû divêtî û pêdiviyên wê yên hiqûqî û navneteweyî were bicihanîn. Nemaze, di heremê de ji ber ev êrîş û gefên hê didomin, bibînin û hemû tedbîrên pêvîst werin girtin.
Em, dijminê jiyana mirovan, netew, civak, maf û azadiya kesan ku hedefa vê rêveberiya Faşîst ya ewil jin in, vêna di mînakên rojane ku tên dubarekirin de dibînin.
Li Afganîstanê, rejima Talîban mafê jinan yê xwendin, xebat û hema bêje mafê jiyana wan ji dest wan hatiye stendin. Ev, tenê ji mînakên herî sotîner yek e. Li Rojhelat bi navê Jîna Amînî, ji ber ku çarşeba serê xwe baş girênedaye hat kuştin. Di serî de li Rojhelatê Kurdistanê, li tevayê Îranê de Jinan, li dijî tûndî û çewsandina li ser jinan agirê serhildanê vêxistin. Bi mehan e, di berdewamiya vê serhildanê de rejima Mola yan herî zêde êrîşî jinan kir.
Piştî kuştina Jîna, di serî de Jinên Kurd doza mafên xwe yê netewî kirin, di dibistanên Îranê de zarokên keç li gor xwe, bi rêbazên xwe yên zarokane çalakiyên şermezarkirinê lidar xistin, ji ber vê hatin cezakirin. Bi gazên kîmyewî êrîşî ser dibistanên Qîzan kirin, xwendekar hatin jehrîkirin.
Lê digel ew qas zext û çewsandinan jinan, li hember rejima Talîban û rejima Mola ya Îranê, bi awayeke biryardarî di serhildanan de ne.
Digel ku neh sal di ser re derbas bûye, dixwazin ser vê şopê binixumînin, bidin jibîrkirin! Lê em tiştên ku bi serê Jin û zarokên Êzdiyan de hatiye lêpirsîna xwe didomînin û em ê her bipirsin. Em vê cîhana ku jê re bêdeng dimîne napejirînin û tu cara jî em ê nepejirînin. Heta dawiyê em ê têbikoşin.
Ji bo pêdiviyên vê tekoşînê bigîje serkeftinê, hemû Saziyên navneteweyî, hemû civak, gel û neteweyan re banga me ev e; Komkujiya li ser Êzdiyan bi awayeke fermî nas bikin. Pêdiviyên wê di serî de lêborîn, pê re; tezmînat, bawerî, çandî hemû mafên wan yê hiqûqî-Polîtîk de bi cih bînin. Nemaze Êzdiyatî ku yek ji xwerûtiya civak û netewa Kurdan e, mafên wan yê bawerî, Hiqûqî, çandî hemû mafên wan yê esasgirtina mafan di peymanên navneteweyî de bipejirînin. Ji bo azadkirina bi hezaran jin, zarok û hemû Êzdiyên ku wek kole hatine desteserkirin bikevin nav hewildanan û ji bo wan dîsa di warên wan de bi cih bikin çi pêvîste bê kirin.
Li ser vê rastiyê, li hember her cure ferasetên komkujiyan ji bo felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ di jiyanê de biserkeve li her derê cîhanê em ê berxwedana xwe bidomînin.
Jin Jiyan Azadî!