JI CÛDIYÊ HETA AKBELENÊ EM JIYANÊ DIPARÊZIN!
LI HEMBERÎ ŞERÊ KU RÛXANDINA XWEZAYÊ YA HERÎ MEZIN E, EM LI CÛDÎ TÊN GEL HEV!
Rûxandina xwezayê ya ku li tevahiya cîhanê, Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe berbelav dibe, bi polîtîkayên şer ên kapîtalîzmê zêdetir dibe, tehrîbatên ku rantparêz û sermayedar jî diafirînin her ku diçe zêdetir dibin. Hişmendiya berxur a kapîtalîzmê ya ku bingeheke wê ya xwezaparêz tune ye, xwe li ser civakê ferz dike û bi vî awayî qirbûna heyînên xwezayî pêk tê. Ji bo berjewendiyên dewlet û şîrketên ku kapîtlazîmê disepînin mafê jiyanê yê tevahiya giyanewerên xwezayî tê xespkirin û civak rasterast bê nefes tê hiştin. Carinan ji bo polîtîkayên rantparêz bi projeyên HES’an, santralên enerjiya biyokutleyê, kanên mermeran, bendavan, projeyên avahiyên komî û otêlan, carinan jî bi polîtîka û teknolojiyên şer ev rûxandin talankirin tê domandin.
Kiryarê şer û rantê tê zanîn. Em dizanin darên ku li Cûdî tên şewitandin jî, darên kuli Akbelenê tên birîn jî ji aliyê heman hişmendiyê ve tên qetilkirin. Yên ku Heskîf tune kirine, li Efrînê darên zaytûnan ji kokê rakirine, Palmîra rûxandine û yên ku îro êrîşê dibin ser Cûdî û Akbelenê heman kes in ku dev ji polîtîkayên şer bernadin. Bêguman êrîşên li hemberî xwezaya me, çanda me, dîroka me ne nû ne. Bi pergal in û di çarçoveya şerê taybet de tên kirin. Agirên ku di encama polîtîkayên şer de li Kurdistanê dest pê kirin, di dema Serhildana Şêx Seîd de, di dema ku Plana Selihandina Rojhilatê kirin meriyetê de, di dema Berxwedana Dêrsimê de dest pê kirin. Di salên 90’î de dema ku gund hatin valakirin, di dema Rewşa Awarte de bi awayekî bi pergaltir ev agir domiyan û di roja îroyîn de hîna Licê, Cûdî, Xîzan, Gurgum di binê bandora heman êrîş û agiran de ne. Bi awayekî beloq li ber çavan e ku polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê ne ji bo gelan in û ne jî ji bo xwezaya me ne. Dewlet bi hincetên wek “herêmên Ewle”, “operasyonên leşkerî” çûyîna gel û saziyên civaka sîvîl a herêmê asteng dike, polîtîkaya bêmirovhiştinê li Kurdistanê disepîne û darên ku dibire li kamyonan dike û difiroşe. Tevahiya civaka li Tirkiyeyê divê îro careke din bibîne ku polîtîkaya rûxandinê ya dewletê, yekgirtî ye. Li Tirkiyeyê polîtîkayên talanker, diz û rantparêz di binê navê şîrketan de, bi destê desthilatdariyê tên sepandin; li Kurdistanê jî, di binê navê şer û ewlehiyê de, dîsa bi destê heman desthilatdariyê tên sepandin. Yên ku êrîşên dibin ser tevahiya giyanewerên xwezayî û tevahiya erdnîgariyan, pişta xwe bi bîrdoziya mêrsalar a dewletparêz xurt dikin. Tevahiya kesên ku di polîtîkayên şer û dagirkeriyê de israr dikin, yên ku jinan dikujin û polîtîkayên bêcezahiştinê disepînin, yên ku bi qeyranên aborî civakê xizan dikin, yên ku qirkirinên xwezayî pêk tînin hemû ber û berhemên heman hişmendiyê ne. Tam jî ji ber vê yekê, navenda bingehîn a têkoşîna xwezaparêz, hatina gel hev a li hemberî polîtîkayên şer û mêtingeriyê ye û têkoşîna bi hev re ye. Bêyî dîtin û famkirina tiştên ku li Cûdiyê diqewimin, hewla bidawîkirina polîtîkayên neolîberalîzmê pûç û vala ye. Rizgariya Akbelenê li Cûdiyê ye, rizgariya Bedlîsê li Çiyayên Qazê ye.
Di çarçoveya vê heqîqetê de em li meseleyê dinihêrin û bang dikin. Rizgariya xwezayê, li hemberî polîtîkayên şer, dagirkerî û rantpêrizyê, bi têkoşîna yekgirtî ya azadîparêziya jinê ya demokratîk û xwezaparêz pêkan e. Ji bo ku em li Kurdistanê xwedî li jiyana xwe û xwezaya xwe derkevin, her wekî do, îro jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em li pişta tevahiya jinên berxwedêr in; jinên ku rehên daran û daran hembêz dikin û wan diparêzin. Em vê berxwedanê silav dikin û biryardariya xwe ya xurtkirina berxwedanê careke din radigihînin. Ji Cûdiyê heta Akbelenê, wek jin, em li hemberî şer jiyanê diparêzin. Em careke din bangê li tevahiya civakê dikin ku ji bo parastina xwezayê û jiyanê têbikoşe.
Tevgera Jinên Azadî ( TJA)