Têkoşîna ku ji Sarayan ta Evînan Mezin Bûye
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re
Têkoşîna ku ji Sarayan ta Evînan Mezin Bûye
Felsefeya Jin Jiyan Azadiyê îro li çar aliyên cîhanê olan dide û xofa di nava dilê pergala mêrsalar de mezintir dike. Di dîrokê de, ji rabirdûyê ta niha, tirsa herî mezin a desthilatdariyên mêrsalar, paşverû û kevneparêz têkoşîna azadiyê ya jinan bûye.
Desthilatdariyên faşîst ên ku tu caran li hemberî serhildana jinan nikaribûne li ser piyan bimînin, bi tirs û metirsiya ku dê têkoşîna jinan dawiyê li wan bîne, bi awayekî bêperwa êrîşî têkoşîna azadiyê ya jinan kirine. Ev êrîşên ku bê navber domiyane, di serdemên faşîzmê de zêdetir bûne. Di tevahiya dîrokê de, di paşperdeya tevahiya kuştinên siyasî yên jinên pêşeng de ev rastî hebûye. Desthilatdariyên pergalên mêrsalar guherîbin jî, hişmendiya wan her û her wek xwe maye. Bi binhişa vê hişmendiyê êrîş hatine bipêşxistin. Kuştinên siyasî yên ku nayên hejmartin ên wek Qetilkirina Mîrabelên xwîşk ên li Domînîkê ya ji aliyê desthilatdariya Trujillo ve, qetilkirina bi awayekî hovane ya Roza Luksemburg a ji aliyê dijberên şoreşê ve, bingeha xwe ji vê rastiya dîrokî girtine.
Wateya gotina “pêşiyê jinan bikujin” a faşîzmê, tirsa ji taybetiya civakîkirina têkoşîna û berxwedana jinê ye. Qetliyamên ku bi hişmendiya desthilatdariyên mêrsalar li Parîsê, Silopyayê, Silêmaniyê û gelek cihên din li hemberî jinên Kurd ên pêşeng ên têkoşîna azadiya jinê tên pêkanîn nîşaneyên zelal û berbiçav ên vê yekê ne.
Lewra di 9’ê Rêbendana 2013’an de, vê hişmendiya tarî careke din derketiye holê û navnîşana wê ya vê carê jî bûye Parîsa ku di mijara kuştinên siyasî de rabirdûya wê pak û paqij nîn e. Sara, Rojbîn û Ronahiyên ku nûnerên sê nifşên têkoşîna azadiya jinê û Kurdan in, bi destê Omer Guneyê ku ji aliyê MÎT’ê ve hatibû peywirdarkirin, bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Em pir baş dizanin ku ev qetliyam bi destê tifaqên kirêt ên ku bi têkiliyên berjewendiyê yên navdewletî hatine avakirin çêbûye. Di şexsê jina şoreşger, Sakîne Cansiza ku di vê qetliyamê de jiyana xwe ji dest da de, xwestin ku êrîşê bibin ser xet û birdoziya azadiya jinê.
Ligel ku di ser qetliyamê de 10 sal derbas bûne û tevahiya delîlan bi awayekî ron û aşkere desthilatdariya AKP’yê û MÎT’ê nîşan didin jî, hukûmata Fransayê hîna ev bûyer zelal nekiriye. Ev jî nîşaneya hevkariya berbiçav a hukûmata Fransayê ye. Ligel ku hêzên li paşperdeya qetliyama 9’ê Rêbendanê ya li Parîsê ev qas diyar in jî, hîna nehatiye zelalkirin. Di vê nezelaliyê de, di 5’ê Rêbendana 2016’an de, çalakvana TJA’yê û pêşenga berxwedanên rêveberiyên xweser Sêvê, Pakîze û Fatma li Silopyayê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Îro tevahiya jinan bi berxwedana xwe mil dane mîrateya têkoşînê ya van hevaryên me yên nemir ên ku bûne remzên çanda berxwedanê ya Botanê. Wek kedkara Jineolojiyê ya berxwedêr Nagîhan Akarsela ku ji berxwedan û baweriya Sarayan, Sêvêyan kêm nedima, hevratiya wan dikir û heqîqeta jinê dianî zimên. Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê bi 11 guleyên ku ji aliyê tetikkêşên hişmendiya tarî ve hatibûn berdan, hat qetilkirin. Guleyên ku berî Nagîhanê dabûn, berî têkoşîna me ya azadiya jinê û heqîqeta Jineolojiyê dabûn. Li hemberî van hêzên tarî yên ku dixwazin heqîqetê bêdeng bikin û hişmendiya xwe belav bikin, bersiva herî mezin jî dîsa jinên ku dev ji berxwedanê, mezinkirina têkoşînê, gotin û nivîsîna heqîqetê bernadin, dane.
Lewra em baş bi vê yekê dizanin ku; bi van êrîşan dixwazin pêkutiyê li ser têkoşîna azadiya jinê, bawerî, rabirdû û bîra jinên Kurd çêbikin. Di rewşeke ku qetliyama 9’ê Rêbendanê li benda zelalkirinê bû de, di 23’yê Berfanbara 2022’yan de, dîsa li Parîsê, li hemberî Mala Çandê ya Ahmet Kaya êrîşeke faşîst pêk hat. Ev êrîş bixwe jî vê rastiyê nîşan dide. Evîn Goyiya ku ligel hevrayên xwe tevahiya temenê xwe di oxira têkoşîna azadiyê de daye û li hemberî tarîtiya DAÎŞ’ê şer kiriye, Mîr Perwerê ku bi gotin û amûra xwe bûye hunermendê gelê xwe û kedkarê gel ê welatparêz Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Pir zelal e ku hewl didin wek qetliyama yekemîn a Parîsê, ser qetliyama duyemîn a Parîsê jî bigirin û hêzên paşperdeyê yên ku piştgirî dane tetikkêş dernexin holê.
Bi van kuştinên jinên ku pêşengiya têkoşîna azadiya jinê dikin ên siyasî, wek jinên ku di xeta azadiya jinê de têdikoşin, dixwazin gefan li me bixwin û me bitirsînin. Armancgirtina jinên ku bi sekn û jiyana xwe bûne pîvan ne rasthatinî ye. Desthilatdariyên faşîst bi van kuştinên siyasî hewl didin ku derbeyê li têkoşîna jinê bixin û dixwazin jinên ku têdikoşin paş ve gav bavêjin. Armanca wan ew e ku bi vî awayî têkoşîna me bêbandor bikin. Tevahiya van hewl, daxwaz û armancan li hemberî têkoşîn û berxwedana jinê bi bin ketine. Şehîd Sara bi sekn û jiyana xwe çawa bûbe mînaka jina azad, bi heman awayî bi şehadeta xwe jî ruh û hişmendiya azadiyê di jinan de afirandiye û di têkoşînê de nemir bûye. Ji ber vê yekê, Hevra Sara ji bo me jinan bûye navê şer, evîn û azadiyê. Jiyana Heval Sara her tim şer bûye û di şerên giran de heqê vê yekê daye û jiyaye. Gelek hevrayên xwe li şerê xwe yê giran zêde kiriye û wan tevlî meşa azadiyê kiriye. Dema ku şerê giran ê jiyana bi wate kiriye, li hemberî dijwariyên ku jiyaye yek carekê jî dudil nebûye û bi sekna xwe ya serfiraz meşa xwe domandiye. Etîk û estetîka berxwedanê di xwe de afirandiye û li dijî pergala mêrsalar bênavber têkoşiyaye. Îro jî, hevrayên wê yên jin, bi mîrateya berxwedanê ya ku ji wê wergirtine, têkoşîna xwe mezintir dikin.
Jinên evînê yên ku bi evîna azadiyê şerê giran ê ji bo jiyana bi wate dikirin xeyalên xwe li bayê reşandin û çûn. Dema ku xatir xwestin, li pey xwe ji me re mîrateyeke mezin a berxwedanê hiştin. Wek hevrayên wan ên jin, em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de mezin bikin û ji bo avakirina jiyana azad a ku hesreta wan bû, bi hişmendiya azadiyê em ê her û her faşîzmê bidin ber hesabê. Ji Şehîd Saraya ku etîk û estetîka berxwedanê di xwe de afirandiye heta tevahiya jinên evînê yên şerê giran ê ji bo jiyana bi wate dikin, bi rêzdarî, hez û minet em dibêjin; gotina we gotina me ye, rêya we rêya me ye!
Jin Jiyan Azadî
Tevgera Jinên Azad (TJA)