Dengê jinan ên li dinyayê bilind dibe dengê şoreşê ye
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Dengê jinan ên li dinyayê bilind dibe dengê şoreşê ye
Li Rojhilata Navîn hemû avakarên mêr ên olê îstîsmar dikin herî pêşî berê xwe dane destkeftiyên jinan.
ÎŞÎD’ê hov ku bi pêkanînên dijminahiya jinan li hemû dinyayê tirsa xwe belav kir û bi êrîşa li ser Şengalê jinên Kurd kir kole û di bazaran de firot bi van dîmenên tirsnak xof afirand. Li hemberî DAİŞ’ê di Kobanê de bi têkoşîneke bêhempa Arîn Mîrxan, Hevrîn Xelef û bi sedan jinên berxwedêr bi dirûşma jin jiyan azadî jiyana xwe feda kirin û nîşan dan ku berxwedan dibe serkeftinê. Şoreşa berxwedana Kobanê ji jinên dinyayê re bû îlham.
Li Îranê di sala 1979’an de bi hêviya ku ew ê pergal biguhere Şoreşa Humeynî dest pê kir û ev şoreş vegeriya şoreşeke Îslamî û berî her tiştî berê xwe da destkeftiyên jinan. Jinan di Rojhilata ku rêgezên şerîatê derbasdar bûn de bi hişmendiya tarî ya serdema navîn re têkoşîn kirin. Bi qetilkirina Mahsa Amînî re jinan bi dirûşma Jin Jiyan Azadî serî hildan û bi qêrîn gotin êdî ew ê rêgezên şerîatê qebûl nekin.
Li Afganîstanê çawa Talîban bû pêşeng ewilî wekî Îranê êrîşî destkeftî û mafên jinan kir. Talîban navê Wezareta Karên Jinan guhert.
Wezareta Karên Jinan ji kabînê derxist di cihê wê de “ Wezareta Vexwendina Başiyê û Parastina ji Xirabiyê” damezirand. Wezareta ku hate damezirandin dawî li aresteya azadiya jinan gavên sînordar xist meriyetê.
Wezareta Vexwendina Başiyê û Parastina ji Xirabiyê ya Talîbanê bi biryara Gulana 2022’an ji bo jinên Afgan mecbûriyeta serî girtinê aniye; di biryarê de ji bo “ ezemet û heysiyeta” xwe biparêzin divê jin çarşef yan jî burka li xwe bikin.
Bi biryara heman wezaretê niha jî destûr nayê dayîn jinên Afgan êdî zanîngeh bixwînin yan jî qurseke taybet bigrin. Hemû saziyên herêmî û navnetewî ji bo jinan ji kar derxin, tên hişyarkirin û tên sînordar kirin.
Divê ji hêla hemû dinyayê ve xwedî li berxwedana jinên Afganîstan û Îranê were derketin. Zimanên şoreşê zimanê jinan e. Li hemberî faşîzm û nijadperestiyê jin ji hemû civakê re pêşengtî dikin.
Ji ber vê yekê ye niha li Tirkiyeyê di rojên ku nîqaşên makezagonê tên kirin de Peymana Stenbolê di şevekê de ji hêla mêrek ve hat betalkirin û wekî qanûnî hat nîşandan em jin dikarin bibînin ku her biryar vediguhere çi!
Em dizanin, Li hember in û em Qebûl nakin!
Em dizanin ku bêyî alikarî û nêrînên jinan û rêxistinên jinan her guherîn dijminahiya jinan dike û li ser jinan civakê hedef digire.
Em wekî jinên Kurd li hemberî sirgûn, girtin û suîqestên ku li pêşengên me hatine destpêkirin, li vir in!
Dîrok li hemberî pergala mêrane ya paşverû ya faşîst e, dîroka têkoşîna me ye.
Sê jin sê rêhevalên me pêşengên tevgera jinan Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên ku bawer dikirin jiyaneke azad ancax bi rêveberiya xweser ew ê mimkun be 10 sal berê li Silopiyayê hatin qetilkirin.Wan ji me re di şertên herî giran de wêrekiya berxwedanê nîşan dan. Desthilatdarî, pêşeng û rejimên dijminên jinan li her derê dinyayê jinên rêber û pêşeng hedef digrin û wan qetil dikin. 10 sal berê pêşengê têkoşîna jinan Sakîne Cansiz a ku hemû emrê xwe dabû têkoşîna li hemberî pergala kapîtalîst, parastina modela jiyaneke alternatif dikir û ji bo vê modele ava bike hewl didan, li Parîsê bi Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re hat qetilkirin. Yên ku dibêjin hemû jiyana min şer e, şoreşa jinan diafirînin û nirxên ku afirandine mezintir in.
Felsefeya dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bi pêşengtiya jinên Kurd li hemû dinyayê belav bû. Pergalên mêrane yên tehamûla wan ji vê yekê re tune bû, li her derê bi dijminahiya jinan êrîş pêk anîn. Di 10’ê Cotmehê de edîtora kovara Jineolojiyê Nagehan Akarsel li Hewlêrê hat qetilkirin. Evîn Goyî ya li Rojava ku bi salan li hemberî pergala kapîtalîst di avakirina jiyaneke alternatif de cih digirt û di şerên DAİŞ’ê de li jiyanê ma, lê bi du hevalên xwe re di êrîşa Parîsê de hat qetilkirin.
Ev qetlîam 10 sal in nehate serwextkirin. Li ber çavên dinyayê em careke din hatin qetilkirin!
Ev 4 sal in bêwestan û bênavber me pirsî. Îro jî 5’ê Çileyê ye û ji roja ku wenda bûye dîsa dipirisin. Gulîstan Doku li ku ye?
Bi polîtikayên şer hêzên mihraq, bi awayekî hatine gel hev, bedenên jinan bedenên zarokan jî kirine obje û çanda tecawûzê xwezayî û ji rêzê kirine. Xizanî tê mezinkirin, xizanî wekî polîtîka tê bikaranîn û civak tê pûçkirin.
Em dizanin, Li hember in û em Qebûl nakin!
Em diqîrin Jin Jiyan Azadî: dirûşma me ya li hemberî mirin û polîtikayên şerê jiyan, li hemberî mêtîngerî û paşverûtiyê azadî ye!
Em Dengê xwe bi jinên ku li malê, li kuçeyê, li kargehê tundî dibînin û rastî neheqiyê tên berz dikin!
Dengê xwe bi jinên Îran, Belluc, Rojhilatî, Rojavayî û jinên Afgan re berz dikin. Em Dengê xwe ji bo hemû rêhevalên xwe yên ku li hemberî newekheviyê bê tirs têdikoşin berz dikin!
Jin Jiyan Azadî!
Tevgera Jinên Azad ( TJA)