Encamnameya 4’emîn Konferansa Asayî ya TJA’yê!
Em serhildan û berxwedana jinê ya ku bi pêşengiya tevgera jinên Îranê derket holê silav dikin!
Me Konferansa xwe ya Çaremîn a Asayî bi diruşma “Em di rêxistinbûna li hemberî faşîzmê de bi biryar, di azadiyê de bi israr in”; bi hêza ku em ji hevgiriya jinê werdigirin, bi beşdariyeke xurt, bi coşeke mezin, bi biryardariya di têkoşînê de û bi hêviyeke mezin di 24 û 25’ê Îlonê (Rezberê) de li Êlihê li dar xist. Konferansa me qetilkirina Jîna Mahsa Amîna ya li Îranê şermezar kiriye û serhildan û berxwedana jinê ya ku bi pêşengiya tevgera jinên Îranê derketiye holê silav kiriye û daxuyandiye û pesend kiriye ku dê li gel wan be.
Di heman demê de Konferansa me di şexsê Aysel Dogana ku di têkoşîna me de bûye yek ji nirxên pêşeng û li sirgûnê jiyana xwe ji dest daye de, ji bo wan kesên ku jiyana xwe di rêya evîndariya welêt de dane de hat diyarîkirin!
Bi hişmendiya heqîqeta hebûnê, em jin di pêvajoyeke gelekî girîng a ku em têkoşîna azadiyê ji hemû deman zêdetir bilind dikin de derbas dibin. Têkoşîna azadiyê ya jinê ya ku li tevahiya Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û Cîhanê bend û dîwarên esaretê hildiweşîne pêvajoyeke berxwedanê ya nû daye destpêkirin. Ev pêvajo têkoşîna hemû pêkhateyên ku bi tunebûnê re rû bi rû ne û bi înkarê gef li hebûna wan tê xwarin di dilê xwe de dihebîne.
Têkoşîna me ya temendirêj di her gav û demê de xwe pêk tîne û berfirehtir dibe. Ev çend roj in jinên ku li Îranê li hemberî rejîmê li ber xwe didin û dîmenê ku nîşanî tevahiya cîhanê didin ji vê yekê ne cuda ne. Netewdewleta ku hîmê modernîteya kapîtalîst e li hemberî têkoşîna jinê ya ku li tevahiya cîhanê xurtir dibe ji aliyekî ve destkeftiyên me xesp dike, ji aliyê din ve jî destkeftiyên me yên heyî careke din dike mijara nîqaşê û ji xwe re dike armanc.
Bersiva me ya ji bo pergala serdest a mêrsalar dê ew be ku em têkoşîna xwe ya azadiyê mezintir bikin û jiyaneke nû ava bikin!
Îro yek ji tesbîtên herî girîng ên ku ji aliyê jinan ve hatine kirin ew e ku şaristaniyên bi dewlet bêyî mêtingeriya li ser jinê, nikarin li ser piyan bisekinin û xwe bidomînin. Ew destnîşankirina yek ji jinên pêşeng ên şoreşger Rosa Luksemburg a ku gotibû “Ji bo ku kapîtalîzm he bibe, divê mêtingeriya civakên ne kapîtalîst bike, ji xwe re bike kapîtal” hîna jî derbasdar e. Di vê çarçoveyê de, ji bo ku pergala mêrsalar hebûna xwe bidomîne divê mêtingeriya li ser jinê bike. Di şert û mercên îroyîn de tesbîtkirina vê yekê daneyeke girîng e. Îqtîdarên mêrsalar ên kapîtalîst ên ku dixwazin ji nû ve teşe bidin civakê jinan ji xwe re dikin armanca pêşîn. Ji ber vê yekê, wek jin, bersiva me ya ji pergala mêrsalar re dê ew be ku em têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin û jiyaneke nû ava bikin.
Em ê têkoşînê bi hev re birêxistin bikin û heqîqeta xwe ya hebûnê bi hev re ava bikin!
Wek jin her çiqas têkoşîna me hevpar be jî, şert û mercên stratejîk û polîtîk ên erdnîgariya ku em lê dijîn awa û çawaniya têkoşîna me diyar dike. Hişmendiya dewleta mêrsalar her çiqas ev pênc hezar sal in xwe bi awayekî bi pergal birêxistin kiribe jî, ji ber sepanên cihêreng ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, wek jinên Kurd têkoşîna ku em dikin hinekî din jî dijwartir dike. Polîtîkayên li dijî jinan ên ku em îro bi awayekî rojane rû bi rû dimînin; dibin sedem ku jin tundiya derûnî, aborî û civakî bi awayekî girantir hîs bikin û bijîn. Wek ku tê zanîn, jinbûyîn jixwe bûye sedema cudakariyê û her wiha erdnîgariya ku em lê dijîn jî bûye sedemeke din a cudakariyeke din. Ev yek jî dike ku em têkoşîneke mezintir a kûr a bi biryar a piralî bimeşînin. Wek encameke van cudakariyan, rastiyeke ku têkoşîna me ya zayendî bi xwe re têkoşîna netewî û çînî jî vedijîne derketiye holê. Wek jinên Kurd, hemû têkoşînên ku em didin di serî de, di angaşta maf û azadiyê de wekheviyê diparêze. Di pêvajoya ku em tê de derbas dibin de, her çiqas ji aliyê destkeftiyên jinan ve gelek xetere hebin jî, rewşa ku pêk aniye di bingeha xwe de ew e ku azadiya jinê dê dawiyê li îqtîdarên mêrsalar bîne û ev dawî qet jî ne dûr e.
Heke sedema hatina me ya gel hev a di vê konferansê de şikestina li ser jinbûna me be, armanca me jî ew e ku em têkoşînê bi hev re birêxistin bikin û heqîqeta hebûna xwe ango azadiya xwe bi hev re ava bikin. Ligel ku jiyanên me her û her di nava şer de derbas dibin, pir zelal e ku dê ev yek bi xwe re azadiyê jî biafirîne.
Ji xwe re dike armanc ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bişkêne û azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne!
Yek ji nîqaşên bingehîn ên Konferansa me jî polîtîkayên tecrîdê ne. Rewşa ku îro em li Kurdistanê û Tirkiyeyê tê de ne ji polîtîkayên tecrîdê yên ku hatine kûrkirin ne cuda ne. Ligel ku ev têgih bixwe wateya ferhengî bi tenê nahundirîne, ev têgih di bingeha xwe de, rewşeke îşkenceya sîstematîk e ku pergala kapîtalîst li dijî hemû têkoşerên azadiyê bi pêş xistiye. Tecrîd, bi awayekî dîrokî ku mirov binirxîne, di şaristaniyên bi dewlet de, ango di pergalên mêrsalar de polîtîkayeke ku li dijî kesên muxalîf ên ku serî li hemberî desthilatdarî, pêkutî û mêtingeriyê naçimînin tê sepandin e. Armanc ew e ku tenêtiyê kûr bikin, têkiliya bi jiyan, civak û mirovan re qut bikin, radestbûnê ferz bikin û kes ji angaşta azadbûnê qut bikin. Di roja îroyîn de, gelek kes û aliyên muxalîf ên ku siyasetê dikin, kar û barên çapemeniyê yên muxalîf dikin, mafên sendîkayî diparêzin, mafên xwe yên di destûra bingehîn de bi kar tînin, li hemberî talankirina xwezayê têdikoşin bi lêpirsîn, binçavkirin û girtinan re rû bi rû dimînin. Girtîgeh êdî ne alavek in, veguherandine “kampên komkirinê yên nûjen”. Ligel vê yekê, dikin ku bi sedan girtiyên nexweş berdêla wêrekiyê bi dîlbûnê bidin. Dema ku mirov hem li dîrokê binihêre û hem jî çavdêriya îro bike, mirov dê bibîne ku di civakê de polîtîkayên tecrîdê pêşiyê li ser jinan tên sepandin. Dîlgirtina jinê ya bi tecrîdê bûye palpişta wêrekiya mêr. Îro armanca tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tê sepandin jî bîrdoziya û paradîgmaya ku afirandine ye. Baş tê zanîn ku avakirina paradîgmaya demokratîk, xwezaparêz a ku azadiya jinê dixwaze dê azadiya civakê ango heqîqeta wê biafirîne. Di bingeha xwe de, armanca tecrîda ku tê sepandin ew e ku vê paradîgmayê bi paş bixe, kesayetê ji heqîqeta hebûnê qut bike. Her ku ev polîtîka bi pêş bikeve û kûr bibe, têkçûna ehlaqî jî dê mezin û berberlavtir bibe. Sedema bingehîn a ku her roj kuştinên jinan û “cînetên” mêran pêk tên ev e. Îro sedema bingehîn a ku em li tevahiya welêt ji qada aborî heta perwerdehiyê, ji zanistê heta hunerê pûçbûn û paşveçûnan dibînin ew e ku xeleka tecrîdê hatiye firehkirin û ev wek rejîmekê tê sepandin. Konferansa me di çarçoveya tevahiya van tesbîtan de, ji xwe re dike armanc ku têkoşîna li hemberî tecrîdê xurtir bike û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bişkêne û azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne.
“Şerê taybet” jî polîtîkayeke dewletê ya qirêjî ye!
Şerê ku ji 40 salan zêdetir e li Kurdistanê pêk tê teşe dide têkoşîna me jinan. Dewletên ku nikarin di şerên demdirêj de bi ser bikevin, polîtîkayên qirêjî û bêpîvan dikin meriyetê û di demeke dirêj de hewl didin ku vîna civakê dîl bigirin. Ji ber vê yekê, bi tevahiya derfetên dewletê, bi taybetî jî jin, ciwan û zarokan ji xwe re dikin armanc û dixwazin vîna wan dîl bigirin. Bi taybetî jî rastiya şer a ku van 7 salên dawîn bê navber didome û geş dibe, zelaltir nîşanî me dide ku Kurdistan navenda şerê taybet e. Di rewşeke ku qeyûm bi taybetî saziyên jinan ji xwe re dikin armanc û digirin, ligel vê yekê hêzên ewlehiyê, wek bûyera Îpek Er, jinên ciwan ji xwe re dikin armanc, dîsa sazî û dezgehên îslama siyasî yên ku pêkhateyên paşverû, yekparêz û zayendparêz in berbelav dibin û nirxên ehlaqî û polîtîk ên civakê bi destên wan tên pûçkirin û rizandin de asta şerê taybet ê li Kurdistanê nîşanî me dide.
Çawa ku “qada taybet” polîtîk be, “şerê taybet” jî polîtîkayeke qirêjî ya dewletê ye.
Di heman demê de polîtîkayên şerê taybet bi tenê bi vana sînorkirî nîn in. Êrîşên ku li hemberî goristanan tên kirin jî jixwe parçeyekî polîtîkayên vî şerî ne. Êrîşên ku li hemberî cenazeyên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane û êrîşên li hemberî goristanan derbeke giran li wijdan û manewiyata civakê xistine. Hemû hişmendiyên ku li hemberî jiyanê rêzdariya xwe wenda kirine, nêzikatiyên mirovî yên li hemberî miriyan jî winda kirine. Van kesan di têkoşîna xwe ya mirovbûn û mirovmayînê de têk çûne, nikaribûne bibin kesayet, îxaneta herî mezin li hemberî kesayeta xwe kirine. Li hemberî şerê ku ev bi salan e didome, hişmendiyeke ku dixwaze civakekê bi awayên mirinan terbiye bike dê di muzeya şerm û fediyê de bê pêşandan. Di Konferansa me de, biryardariya li hemberî di serî de êrîşên ku li hemberî goristanan tên kirin, tevahiya polîtîkayên şerê taybet ên ku li Kurdistanê tên sepandin hat dupatkirin û hat gotin ku em ê bi tu awayî hînî van polîtîkayan nebin.
Kirdeya xizaniya giran jî, objeya pergala kapîtalîst jî bi jinê şênber dibe.
Pir zelal e ku kuştinên jinan ên ku her roj pêk tên û qadên giştî yên ku li jinan tên girtin jina ku ji civakê û ji civakîbûnê tê dûrxistin ji xwe re dikin armanc.
Dema ku pergala mêrsalar a ku keda jinê tune dihesibîne, bi her awayî kedxwariyê li ser jinê pêk tîne, li cihê kar mobîng û tundiyê pêk tîne, dema ku dikeve qeyranê pêşiyê jinan ji pêş çavên xwe derdixîne. Kirdeya xizaniya giran jî, objeya pergala kapîtalîst jî bi “jin”ê şênber dibe. Bi vî awayî jin mêtingeha mêtingehê ye. Di lîteraturê de tundiya aborî sedemek be jî, di rastiya xwe de encama ku dertê holê tecrîda aborî ye. Konferansa me li hemberî kedxwariya li ser keda jinê; azadkirina qada aborî ya ku di destê kapîtalê de ye û azadkirina têkoşîna keda jinê û avakirina aboriya jinê ji xwe re dike armanc.
Têkoşîna parastina xwezayê, têkoşîna parastina mirovahiyê ye!
Modernîteya kapîtalîst, wek ku bajarên qansêrbûyî, nijadperestî, tundiya li hemberî jinê, komên mirovan ên tenêbûyî, dijwariya xwegihandina xurekan, eko-pergalên ku diguherin, giyanewerên ku koka wan diqelin û qeyrana avhewayê nîşan didin, dibe sedema qeyraneke kûr a piralî. Sedema bingehîn a vê qeyranê hegemonyaya mêrsalar e. Alava mayîndebûna hegemonyaya mêrsalar a ku dixwaze hebûna xwe ava bike, şer e. Şerên ku bi rê û rêbazên qirêjî tên domandin rûxandinên ekolojîk û civakî yên girîng pêk tînin. Divê neyê jibîrkirin, wek ku li tevahiya cîhanê jî wisa ye, qeyrana ekolojîk a ku li Kurdistanê pêk tê jî parçeyekî polîtîkayên şerê qirêjî ye.
Qirkirina xwezayê “komkujiyeke” li hemberî hemû giyanewerên ku em bi hev re dijîn e. Em dizanin ku pêşengiya têkoşîna li hemberî vê tunekirinê di destê jinan de ye. Ji lewre, afirandina polîtîkayên li gor vê yekê berpirsiyariyeke me ya lezgîn e. Xweza qada jiyanê ya hevpar a mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê, ji aliyê têkoşîna jinê ya rêxistinbûyî ve veguherandina têkoşîna xwezaparêziyê ya têkoşîneke hevpar pêdiviyeke bingehîn e. Konferansa me bi biryardarî diyar dike ku têkoşîna ji bo parastina xwezayê, têkoşîna ji bo parastina mirovahiyê ye. Li ser vê bingehê, dê bi biryardariya bilindkirina asta têkoşîna ji bo xwezayê hewl bide.
Armanca me hemleyeke rêxistinbûnê ya ku bibe hêza çareseriyê ye!
Konferansa me dema ku kêşe û arîşeyên rêxistinbûnê nirxandin, zemînên rêxistinbûnê yên qeyranên pergalî û bandorên wan ên li ser qada azadiya jinê dahûrandin û ji xwe re kirin bingeh. Pergalên netew-dewletî; xwediyê wê hişmendiyê ne ku heqîqetên civakî atomîze dikin, ji hev cuda dikin, rûberî hev dikin û li gor vê yekê hewl didin perwerde bikin. Li hemberî vê yekê, bi nêzikatiyeke xwerexneyî, me pêngavek kirî rojeva xwe. Bi vê pêngava rêxistinbûnê em ê hewl bidin ku jin bigihîje civakîbûna xwe, qadên bingehîn ên zehmetkêşanê yên ji perwerdehiyê heta xizaniyê, ji qadên jiyana civakî heta jiyana çandî û hunerî, di her zemînê de ji pirsgirêkan re bibin hêza çareseriyê.
Tiştê ku dê dîroka bêyom a jinên ku mêtingehên pêşîn in biguherîne jî bi hev re honandina xeta têkoşîna hevpar û vîna hevpar e. Divê reng û şîara bingehîn a serdemê ev be: Li dijî qirkirina jinê ya bi tevayî, rêxistinbûn û têkoşîneke bi tevahyî! Divê em “em bi hev re bi hêz in” bikin bingeha hişmendiya xweparastinê li dijî qirkirina jinê û li hemberî eniya mêr-dewletê em eniya jinê ya hevgirtî pêk bînin. Li ser vê bingehê, em dibêjin dem dema ku em di hemû qadên ku hatine dagirkirin û jin jê hatine derxistin de cih bigirin, e.
“Ji bi hev re hêzdar in” ne bi tenê diruşmek e. Ji xwe re dike armanc ku îfadeya paradîgmayî ya modernîteya demokratîk a jiyana hevpar pêk bîne. Di vê çarçoveyê de, em li ku derê dibin bila bibin, em ê bi hev re rê û rêbazên hevkariya di têkoşînê de diyar bikin. Lewra biryardariya zêdekirina rê û rêbazên biryardariya di têkoşîna hevpar a li hemberî binpêkirina mafan a li girtîgehan, pêkutî û girtinên li hemberî jinên siyasetmedar, xizaniya jinê û qirkirina jinê de derket holê.
Delegeyên Konferansa me çarçoveya giştî ya têkoşîna serdema nû diyar kirine û biryarên li jêrê dane.
Têkoşîna li dijî tecrîdê
Têkoşîna li dijî polîtîkayên tundiyê û hişmendiya mêr-dewletê
Têkoşîna li dijî siyaseta qeyûm, dagirkerî û mêtingeriyê
Azadiya jinên girtî
Şerê taybet ê li hemberî jinê
Têkoşîna xwezaparêziyê ya di çarçoveya paradîgmaya me de
Aboriya jinê ya demokratîk, xwezaparêz û komunal
Xebata çandê û zimanê dayîkê
Akademiya azadiya jinê
Tora hevgirtinê ya jinan a navneteweyî û der barê tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê de yên Jinên ciwan.
25.09. 2022
Tevgera Jinên Azad (TJA)