DAXUYANIYA ME YA 15’Ê GULANÊ
DEM DEMA AZADIYA ZIMAN E!
Her weke ku tê zanîn di dîroka jiyana mirovahiyê de gelek nirxên bingehîn hene ku civakbûnê pêk tînin. Yek ji wan nirxên bingehîn û jêneger jî ku hebûna civakbûna mirovan dide xuyakirin, zimanê dayikê ye. Bêguman gelê kurd jî xwedî felsefeyeke xwe ya zimanekî herî kevnare ye ku koka xwe digihêje 12-15 hezar sal berî zayînê. Lêkolînên herî dawîn ku li ser dîroka felsefeya zimanê kurdî hatine kirin, destnîşan dikin ku hemû komên zimanên Hînd-Awrûpî li ser bingeha zimanê herî kevnare yê kurdî hatine avasazkirin û di roja me ya îro de jî bi sedan peyv û kodên resen yên zimanê kurdî di van zimanan de tên dîtin. Lê mixabin bi hezaran salan e ku zimanê kurdî di bin polîtîkayên ziman û çanda serdest ên nijadperest û zayedperest de ye û di roja me ya îroyîn de jî ev ziman bi windabûnê re rû bi rû dimîne. Bêguman ev yek yekser bi şikandin û qirkirina jinan re pêywendîdar e. Mixabin çawa ku di dîrokê de şikandin û qirkirin li ser jinan pêk hatiye, di kesayeta jinan de di serî de li ser ziman û çanda civakbûna mirovahiyê jî pêk hatiye. Ji ber ku ziman zimanê jin-dayikê ye û jin û ziman bi hev re yekpênaseyî ne ku ew qas êrîş, tundî, qirkirin li ser jin û ziman tê kirin. Lewra polîtîkayên hişmendiya mêrsalarî yên nijadperest, zayendperst û milîtarîst ku li ser jinan tên meşandin û polîtîkayên asîmîlekar, pişaftin û biyanîbûnê ku li ser ziman tên kirin bi heman rengî ne.
Bi salan e ku dewleta tirk di serî de li zindanan û di hemû qadên jiyanê de li ser jinên kurd û li ser zimanê kurdî polîtîkayên şerê taybet ên nijadperest, zayendperest û qedexekar dide meşandin. Di serî de jin û girtiyên azadiyê ji ber ku kurdî axaftin kirine, stranên kurdî gotine yan jî di dadgehan de kurdî parastin kirine, cezayên disiplînê li wan hatine birîn, înfaza wan hatiye şewitandin û tevî ku cezayên wan xilas jî bûne, nayên berdan. Ciwanên kurd ên di kolanan de stranên kurdî dibêjin, her roj rastî tundî, girtinê tên û mafê wan ê strangotinê ji destên wan tê girtin. Bi hezaran pirtûkên kurdî hatine qedexekirin, rojname, kovar û ajansên kurdî hatine girtin. Li xebatkar û dildarên ziman, wêjevan û hûnermendê kurd doz hatine vekirin û ceza li wan hatine birîn. Bêguman wateya van polîtîkayan jî zimankujî û mirovkujî ye. Mixabin UNESCO jî dibe şirîka polîtîkayên navneteweyî yên li hember kurdan û zimanê kurdî. UNESCOyê di sala 2011an de bi şaredariyên kurdan re protokola parastina zimanê kurdî û cihên dîrokî îmza kiribû. Lê tevî ku ev qas bêhiqûqî, tundî û qedexe li ser ziman û çanda kurdî tê kirin, heta niha yek daxuyaniyek jî der barê ziman û polîtîkayên dewletê de bi raya giştî re aşkere nekiriye. Ev jî tê wateya binpêkirina makezagona navneteweyî ya mafên mirovan. Her wiha zimanê kurdî zagona mafên zimanî û çandî ya di hiqûqa navneteweyî de hatiye pênasekirin û biryara parastina wê hatiye girtin. Di serî de peywira UNESCO, dewleta Tirkiyeyê û dewletên alîgir e ku li mafên zimanî û çandî xwedî derbikeve, biparêze, bike zimanê fermî û yê perwerdehiyê.
Bi vê mebestê bi hezaran salan e ku di serî de jin û hemû gelê kurd, ji bo hebûna ziman, çand û nirxên xwe yên xwebûnê têdikoşe û berdêlên herî mezin jî dane. Lê tu carî dev ji ziman, çand û nirxên xwe yên neteweyî bernedane û her tim ew parastine. Yek ji qonaxa herî girîng a vê têkoşînê jî roja 15ê Gulana 1932yan roja derketina kovara Hawarê ye ku cara yekemîn bi tîpên latînî dest bi kovargerî û weşangeriya kurdî kiriye û tovê vejînê ya ziman û wêjeya kurdî hatiye reşandin. Ji ber vê yekê ev roj di 15ê Gulana sala 2006an de ji hêja TZPKurdî ve weke roja cejna vejînê ya zimanê kurdî tê pejirandin. Ji wê rojê û hetanî niha her sal bi hezaran mirovên kurd her cihê ku lê dimînin ji bo mafê zimanê xwe dike Hawar û çalakiyên cihêrengîn roja vejîna zimanê kurdî pîroz dikin.
Em weke Tevgera Jinên Azad (TJA), bi wesîleya vê rojê çi kesên ku ji bo ziman, çand û nirxên xwe têkoşiyane û di rêya têkoşîna azadiyê de nemir bûne bi bîr tînin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin. Cejna vejînê ya zimanê kurdî, di serî de li jinên kurd, li xebatkar û kedkarên zimanê kurdî û hemû kurd pîroz dikin.
Zimanê me hebûna me ye!
Bijî zimanê kurdî!
Jin Jiyan Azadî!
Tevgera Jinên Azad (TJA)