Ji bo çapemenî û raya giştî; Kampanyaya bi şîara “Em Xwe Diparêzin”
Di serî de em wek TJA, bi ruhê têkoşêr ê jinan, bi hest û evîna azadiyê ya hemû jinên berxwedêr ên Mezopotamyayî, ku îro pêşengiya şoreşa jinê ya cîhanê dikin, em we silav dikin. Xweparastin mafekî serekî û bingehîn e û em jî îro ji bo ku kampanyaya xwe ya “Em xwe diparêzin” bidin destpêkirin, li vir in.
Zext û zor çiqas li me bê kirin jî, em xwe diparêzin û bi destkeftiyên xwe em heta roja îro hatine. Hebûn û destkeftiyên me li ser mîraseke berxwedanê ava bûye û beriya ku em dest bi kampanyayê bikin, em berê xwe bidin hişûbîra xwe ya li ser berxwedanê avabûyî, dê baştir bibe. Hikûmeta nijadperest û zayendparêz a ku me qebûl nake, her ku diçe êrişên xwe yên li ser me zêdetir dike. Bi jenosîdan heta niha nîv milyon Kurd hatin kuştin. Jinên Kurd di vê komkujiyê de du caran hatin kuştin. Zarokên Kurd di wargeh û dibistanên taybet de hatin bişaftin, ji nasname û hebûna xwe hatin bidûrxistin, ji ziman û çanda xwe fedî kirin. Xwestin ku betonê birijînin ser jinên Kurd, lê jinên Kurd xwe parastin û cardin xwe afirandin.
Di çil salên dawî de, me li dijî her cure êrişan xwe parast. Bi dehan hikûmet hatin û têk çûn, lê berxwedana me tu carî nesekinî. Dewletê, zimanê me yê dayikê qedexe kir, bi îşkence û lêdanê zimanê Tirkî li ser zarokên Kurdan ferz kir û ew ji dibistanan bi dûr xist. Li qereqolên dewletê, wekî Bosna Hersekê, fermandarê wek Musa Çitil, destdirêjî li Ş.A’yê û gelek jinan kir. Lê dewlet li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, hate mehkûmkirin. Polîtîkayên revandin, kuştinên failê wê nediyar, şewitandina gundan û koçberkirin, bênavber hat meşandin, lê me jî tu carî berxwedan û têkoşîna xwe nesekinand. Nezayoktî, bi riya derzî û aşiyan li ser jinan hat sepandin. Li dijî vê polîtîkayê me jî got, “kurtaj mafê jinan e, nezayokkirin, kuştarî ye” û me berxwedana xwe mezin kir. Di salên 90’an de tîmên taybet û hêzên paramîlîter êrişî jinan kir, lê me jî bênavber berxwedana xwe domand, serî netewand û çok veneda.
Jinan çiqas li ber xwe dan, dewletê jî ewqas polîtîkayên xwe yên şerê taybet kûr kir û êrişî wan kir. Gulbahar Gunduz û Afîfe Mîntaş û jinên ku di bin banê DOKH’ê de gotin “azadiya bêrêxistin nabe” li Stenbol û Amed û gelek bajaran rastî êriş, îşkence û destdirêjiya polîsên sivîl hatin. Lê em netirsîn û em zêdetir derketin qadan û me xwe parast.
Me, li dijî hişmendiya ku jinan wek “malê mêran” û “namûsa mêran” dibîne dengê xwe bilind kir û got “em namûsa kesî nînin, namûsa me azadiya me ye”. Bi kampanyaya xwe em reftarên destdirêjiyê têk dibin û civaka demokratîk ava dikin û me nehişt ku destdirêjî tenê wek bedena jinan bê fehmkirin. Me got, destdirêjî wekî çandekê belavî nav bedena me, axa me, ava me, xwezaya me, zimanê me, wekheviya me û qadên me yên azadiyê dibe û em derketin kolanan, gundan û taxan. Serwextbûna me rêxistina me xurt kir, rêxistina me parastina me ya cewherî bi pêş xist.
Me li Sûr, Nisêbîn û di nav şer de, çeperên mor ava kir û jin ji tundûtûjiyê parast. Me got tecrîd sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye û me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer jî têkoşîna aştiyeke bi rûmet ji xwe re kir rêgezeke serekî. Em li axa xwe, li azadiya xwe, li serokatiya xwe xwedî derketin û me hebûna xwe parast. Em îro bi kampanyaya bi navê “Gulistan Doku li ku derê ye”, li dijî jineosîda jinan li ber xwe didin û hesabê wê dipirsin.
Em îro li dijî pergal û zihniyeta qirêj a ku sed sal in bi awayên cûr bi cûr êrişî cinaze û goristanan dike, li ber xwe didin.
Me îro bi tecrûbeya tevgera azadiyê ya jinan a ku bêyî dewlet û mêran dikare xwe biparêze, bi pergala hevserokatiyê ya di rêveberiyên herêmî de, bi avakirina bajarên jinan, bi rêxistina xweser a jinan û bi jineolojiya ku zanista jiyanê ya jinê ye, yekem car di nav jinên cîhanê de riyek vekir. Em îro jî dibêjin, em ji kuştin, destgîrkirin û zindanîkirinê natirsin, em jiyanê ava dikin, em desteserkirina mafên bijartin û hilbijartinê tu carî qebûl nakin. Serboriyên me parastina me ya cewherî ye, hevserokatî xeta me ya mor e.
Me hemû komkujî bi serkeftî têk birin û em heta îro hatin û em niha jî bi kampanyaya xwe ya “em xwe diparêzin” vê berxwedanê didomînin. Em ê li ber zihniyeta mêrperest û rejîma AKP-MHP’ê serî netewînin û berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê xwe li dijî hemû êrişan biparêzin. Ev mafê me yê bingehîn e. Em cardin dibêjin kuştina jinan polîtîk e.
Îro li Kurdistanê, çawîşên wek Musa Orhan, wek DAIŞ’ê jinan direvînin, destdirêjiyê li wan dikin û wan dikujin. Dîsa li Dêrsimê, Gulistan Doku hîn jî wenda ye. Li Agiriyê leşkerekî Buşra, li Wanê jî gardiyanekî Dîlan qetil kir. Li Şirnexê çawîşekî destdirêjî jineke temenbiçûk kir. Polîsê bi navê Ercan Uysaler ê li şaredariya Mêrdînê ya qeyûm de dixebitî, bi zorê destdirêjî li D.S’yê kir. Li Dêrikê, bekçiyekî hewl da ku jinekê birevîne.
Ji bo wê;
Di vê Kampanyaya xwe de: Em li Kurdistan û li Tirkiyeyê, di nav dewleta mêrperest, malbata mêrperest û civaka mêrperest de, li hemû destkeftiyên xwe yên me bi berdêlên giran bi dest xistine diparêzin û li dijî dagirkerî, destdirêjî, red û înkarê, em bedena xwe, jiyana xwe, keda xwe, axa xwe, ava xwe, zimanê xwe, azadiya xwe û hemû mafên xwe diparêzin.
Êdî bes e! Em li dijî zihniyeta mêrperest a rejîma AKP-MHP’ê û hevkarên wan ên mêrperest ên ku bi mîlîtarîzmê, bi nijadperestiyê û bi zayendparêziyê li dijî jinan tevdigerin, xwe bi îdeolojiya azadiya jinê diparêzin û dengê xwe bilind dikin. Em zilmê qebûl nakin, em ê ji bo jiyaneke azad û wekhev berxwedana xwe bilind bikin.
Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî tundûtûjiya zayendî, fîzîkî, derûnî, dîjîtal, aborî ya hikûmet, dewlet û mêran, têkoşîna xwe bilind bikin. Bêcezatiya tundûtûjiya li ser jinan sûcek e, hevkariya kujeran e. Em ê li ber vê zihniyetê serî netewînin û xwe biparêzin.
Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî êriş û polîtîkayên şerê taybet, li dijî tundûtûjiya zayendî ku jinan ji xwe re dike kole, li dijî zihniyeta ku ciwanan bi tîryakê ji civakê dûr dixe û bêrûmet dike, derkevin qadan û xwe biparêzin.
Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî lînçên ku jinên Siryan, Ermen, Êzidî, Kurd, gel û baweriyan ji xwe re dike armanc, têkoşîna xwe ya hevpar bilind bikin.
Em ê di Kampanyaya xwe de; civakê ji gotinên dîndar û kindar û nefretê û ji gotin û nivîsên pornografîk ên bi ser navê siyasetê tê gotin, biparêzin.
Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî pergala ku tecrîda li Îmraliyê wek komkujiyekê dimeşîne, azadiyê biparêzin. Em dibêjin tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî rejîma AKP-MHP’ê ya ku lînçan li hemberî Kurdbûn, jinbûn û Kurdîaxêviyê organîze dike, mafê xwe yê perwerdehiya zimanê dayikê biparêzin, sazûmaniya xwe xurt bikin û li nasname û hebûna xwe xwedî derkevin. 3 qat êriş hebin, em ê 3 qatan parastina xwe xurt bikin.
Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî wê zihniyeta ku dixwaze hin xalên peymanê biguherîne, peymanê betal bike, îmzeyê vekişîne û kuştina jinan teşwîq dike, Peymana Stenbolê biparêzin. Em ê li dijî êrişa zayendî ya li ser zarokan û li dijî wan yasayên ku jinan bi êrişkarên wan re bi darê zorê dizewicîne, têkoşîneke bêhempa bimeşînin. Em wekî parastina xwe ya cewherî, li destkeftiyên jinên cîhanê, li Peymana Stenbolê, li CEDAW, Pekîn+5 û li 6284’ê ya ku mafên jinan misoger dike, xwedî derdikevin û diparêzin.
Em di Kampanyaya xwe de; êrişa li ser destkeftiyên hevpar ên Kurdan wekî êrişa li ser yekîtiya Kurdan dibînin. Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan, parastina hemû Kurdan e.
Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî polîtîkayên dewletê yên ku çavkaniyên sererd-binerd ên Kurdistanê dagir kiriye, zozan û çiyayan bombe dike, cotkarî û ajalvanî qedexe kiriye, hilberandin têk biriye, civak xizan kiriye, keda jinan dixwe û jinan mehkûmî mêran û dewletê dike, em ê aboriya komûnal bi pêş bixin.
Em di Kampanyaya xwe de; li dijî zihniyeta ku ava me wek bendava asayîşê bi kar tîne û Heskîfa 12 hezar salî kiriye qurbaniyê bendava 50 salan û dîroka me, çanda me di bin avê de dihêle û daristanên me dişewîtine, têkoşîna demokratîk diparêzin.
Wek encam, em bang dikin ku; di serî de jinên ciwan ên Kurd û gel û baweriyên Kurdistanî û hemû dînamîkên Tirkiyeyî yên ku wekhevî û azadî û yekîtiya gelan diparêzin, werin û li kampanyaya me xwedî derkevin!
Em xwe diparêzin
Jin Jiyan Azadî