15’Ê GULANÊ ROJA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE

Em wek gelê kurd û Kurdistanê her sal di 15ê Gulanê de cejna zimanê kurdî pîroz dikin. Ev cejn bêguman bingeha xwe ji rûpelên kovara HAWARê digre û her yek ji wan rûpelên ku ji Şamê derkeve dike ku bingeh û stûna zimanê kurdî qayimtir bibe.Di roja Cejna zimanê kurdî de em dkarin bêjin ku yek hem di çanda berxwedanê de hem jî çanda kurdewar de rola jinên kurd ên berxwedêr berbiçav e.

Tê zanîn ku weke hemû çandên li ser rûyê cîhanê di çanda kurdan de jî têkiliya jin û ziman, ne tenê têkiliyeke ji rêzê ye; ew bingeha hebûn û manê ye. Zimanê Kurdî sedsalan bi saya ked û dengê jinan li ser piyan maye.Di dem û serdemên ku gelê kurd rastî  tunnehesibandin û înkarkirinê hatî de jin di civakê de dibûn “dibistana yekem”. ev dibistana ku di dîroka çanda gel de wek çîrokan derkeve pêş de. Piştre bi têkoşîna Tevgera Azadiyê re dibe rola herî sereke û di berxwedanê de li pêş cih digre.Gelê kurd bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ya 50 salên dawî de ji bo çand, huner, xwebûn, nasname, ziman û hebûna gelê kurd berxwedaneke bê eman dan. Bingeha ku bi Hawarê, ziman hatî latînezikirin, di 50 salên dawîn de rengê xwe diguherîne berxwedaneke bêeman ya hebûn û tunebûnê.Hewceye bêgotin ku ziman, ne tenê amûreke ragihandinê ye; pira ku berhema bi hezaran salan, çîrok, melodî û nêrîna cîhanê ya civakekê hildigire û digihîne pêşerojê.Zimanê Kurdî, tevî hemû zehmetî û astengiyên ku di dîrokê de rastî wan hatiye, bi edebiyata xwe ya dewlemend û kevneşopiya xwe ya devkî îro jî zindîbûna xwe diparêze.

Em jî di vê çerçoveyê de dibêjin ku deDewlemendiyên zimên, mîrasa hevpar ên mirovahiyê ne. Parastin, pêşxistina ziman ya di qada giştî de bi heman awayî yek temînata aştiya civakî û pirrengiya çandî bixwe ye jî.Di nîvê vî şerê li Rojhilata Navîn de ku bi destê ferasetên desthilatdar her tim hat destpêkirin de bi dehan çand, ziman û nasnameyên curbicurî bi asîmîlasyonê heliyan çûn. Zimanê kurdî bi têkoşîneke bê hempa li dijî vê ferasetê li ber xwe da û hê jî li ber xwe dide.

Em jî wek Tevgera Jinên Azad ku di vê têkoşînê de carinan wek Mestûre Erdelanî, carinan wek Leyla Qasim, carinan wek Zîlan, Bêrîtan, Sema û Sakîneyan her û her me li ber xwe da û hê jî ev rêwitiya me ya berxwedanê didome. Li dijî asîmîlasyon, tunnekirin û qirkirina polîtîkayên ziman em ê her li ber xwe bidin û tenê kêliyekê jî nefikirin. Ziman hebûn û nasnameya me ye.

Bila Cejna Zimanê Kurdî li tevahiya gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz be.

You may also like...